Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Dêrazorê dewreyeke nû bi dawî kir

Bi nêzikbûna ragihandina mizgîniya têkçûna DAIŞ`ê di aliyê leşkerî de Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Akademiya Şehîd Hanî Hesen dewreyeke nû ya endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Dêrzorê bi dawî kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Dêrazorê dewreyeke nû bi dawî kir
14 adar, 2019   12:11

DÊRAZOR

Dewre 15 rojan bi beşdarbûna 179 endaman dirêj kir, endamên dewreyê perwerdeyên leşkerî li ser çawaniya bikaranîna çekan û awayê şer, her wiha waneyên bîrdozî li ser danûstandinên bi sivîlan re li ser bendên kontrolê, standin.

Merasîma bidawîkirinê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê endamê rêveberiya Akademiya Şehîd Hanî Hesen axivî û diyar kir ku ewlehiya sivîlan li ser milê hêzên ewlehiyê dikeve, taybet piştî ku çeteyên DAIŞ`ê di aliyê leşkerî ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk diçin, divê ew jî layîqî şehîdên ku bi xwîna xwe herêm rizgar kirin, bin.

Paşê endamên dewreyê sûnda leşkerî ji bo parastina destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar.

ANHA