Şêniyên Qamişlo: Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye

Şêniyên bajarê Qamişlo bi dirûşma “Daxwaza Leyla Gûven daxwaza me ye” li pêşiya navenda NY’yê daxuyaniyek da.

Şêniyên Qamişlo: Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye
Şêniyên Qamişlo: Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye
Şêniyên Qamişlo: Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye
Şêniyên Qamişlo: Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye
14 adar, 2019   12:25

QAMIŞLO

Îro bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo ji bo piştgiriya çalakiyên grevên birçîbûnê li Çerxerêya Osman Sebrî ya giredayî bajarê Qamişlo kom bûn.  Lê ji ber rewşa hewayî bi erebeyên xwe çûn ber navenda Netewên Yekbûyî (NY) daxuyaniyek dan.

Hêzên Ewlekariya Hûndirîn û Hawarî ewlehiya çalakiyê girt. Her wiha ji bo rewşên awartê ambulansek amade bû. 

Şêniyên Qamişlo bi wêneyên Leyla Guven, Nasir Yagiz û çalakvanên greva birçîbûnê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan. Nivîsên “Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye”, “Em ê pergala Îmraliyê bişikînin, bi rêber Apo re azad bijîn”, “Em ê tecrîd û faşîzmê têk bibin û neteweya demokratîk mîsoger bikin” hatin hildan.

Gel bi sloganên “Berxwedan jiyan e”, “Bijî berxwedana Leylayan” li ber navenda NY’ê ya Qamişlo kom bû.

Li wir, bi zimanê erebî hevseroka navçeya rojhilatê bajarê Qamişlo ya PYD’ê Feyrûşeh Remeden û bi kurdî jî hevseroka Yekitiya Mamosteyên a Qamişlo Hevîn Hîbo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Ji dema ku rêber Apo hatiye dîlgirtin heya niha, dewleta Tirk tecrîdê li ser rêber Apo roj bi roj girantir dike. Eşkere diyar dibe ku dewleta Tirk zagonên navneteweyî binpê dike. Ji bo azadiya rêber Apo rewşa çalakvanên greva birçîbûnê ketiye xeteeyê. Em heta dawiyê piştgiriyê didin grevên birçîbûne.”

Her wiha di daxuyaniyê de bang li saziyên mafên mirovan û hemû saziyên cîhanê hat kirin ku bi lezgînî derbasî vê mijarê bibin û fişarê li ser dewleta Tirk bikin da ku daxwaza grevan pêk bîne. Di dawiyê de hate gotin ku civaka navneteweyî ji rewşên grevên birçîbûnê berpirsyar e.

Daxuyanî radestî UN kirin.

ANHA