Aliyek ji şerê li Baxozê yê şevê din

Nûçegihanên ajansa me şerên dijwar ên di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de yên li Baxozê diqewimin, şopandin.

Aliyek ji şerê li Baxozê yê şevê din
14 adar, 2019   11:42

DÊRAZOR

Li Baxozê di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de şerên dijwar didomin. Şervanên QSD`ê bi hişyareke mezin bi pêş de diçin ji ber ku mayin bi awayekî zêde ji aliyê çeteyan ve li herêmê hatine çandin.

Nûçegihanên me ku pêngavê dişopînin, aliyek ji wê şerî şopand û dîmenên wê kişandin.

Di dîmenan de teqîneke pir mezin diyar dibe û tê tehmînkirin ku yek ji depoyên cebilxaneyê yên çeteyên DAIŞ`ê be.

(bx)

ANHA