Li Babê teqîn

Li bajarê Babê beriya niha bi çend kêliyan li nêzî Qada Merto motorsîklêteke bombebarkirî teqiya.

Li Babê teqîn
14 adar, 2019   11:38

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî da zanîn ku li pêşiya Mizgefta Şêx Doşa ya nêzî Qada Merto ya aliyê bakurê Babê motorsîklêtek teqiya.

Li gorî agahiyên destpêkê, hin çeteyên Tirkiyê birîndar bûne û ne diyar e ka teqîn ji aliyê kê ve pêk hatiye.

Li bajarê Babê ji destpêka mehê ve ev 3 car e ku teqîn pêk tên. Li herêmên dagirkirî jî tevlihevî, şer û kiryarên dermirovî li dijî sivîlan pêk tên.

(bx)

ANHA