Meclisa Hesekê 27 alav li saziyên kantona Hesekê belav kirin

Meclisa Kantona Hesekê alav li hejmarek ji şaredarî, meclis, kamp, Komîteya Rêveberiya Dibistanan û navçeyên kantona Hesekê belav kirin.

Meclisa Hesekê 27 alav li saziyên kantona Hesekê belav kirin
Meclisa Hesekê 27 alav li saziyên kantona Hesekê belav kirin
14 adar, 2019   11:50

HESEKÊ

Alav li şaredariyên rojava û rojhilatê bajarê Hesekê, şaredariyên Mexrûm, Abdan, Merkeda, Arîşa, Hedadiyê, Deşîşa, Hol û Em Heceyra, li gel kampa Holê, Rêveberiya Dibistanan û Meclisa Deşîşa hatin belavkirin.

Di belavkirina alavan de bi dehan endamên şaredarî, meclis û rêveberiya kampa Holê ya li kantona Hesekê amade bûn.

Alav ku hatine belavkirin; 15 sehrîc ji bo belavkirina avê, 3 qelab, 4 treks û 6 erebeyên defa rûbaî ne.

Kantona Hesekê erebeyeke defa rûbaî, Rêveberiya Dibistanan 2 erebeyên defa rûbaî, kampa Holê 2 erebeyên defa rûbaî, Meclisa Deşîşa 2 erebeyên defa rûbaî û treksek, Şaredariya Navçeya Rojhilatî ya Kantona Hesekê qelabak, Şaredariya Holê treksek, navçeya Deşîşa treksek û Şaredariya Şedadê alavek ji cureya qelab wergirtin.

Sehrîc jî Şaredariya Mexrûmê yek, Şaredariya Abdan yek, Şaredariya Merkeda yek, Şaredariya Arîşa yek, Şaredariya Hedîdiyê yek, Şaredariya Deşîşa yek, Komîteya Rêveberiya Dibistanan 3, kampa Holê 2 û Şaredariya Em Hiceyêra yek wergirtine. 

Têkildarî mijarê rêveberên Meclisa Kantona Hesekê diyar kir ku dê di rojên bê de alavên nû werin belavkirin. 

Hêjayî gotinê ye ku ev cara 5`an e ku Meclisa Kantona Hesekê alavan belav dike.

ANHA