Civîna çeteyan a li Hatayê hate betalkirin

Civîna ku diviyabû li bajarê Hatay ê Tirkiyê bihata lidarxistin, piştî ku çeteyên bi navê Ceyş El-Wetenî tevlêbûna çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam nava wan red kir, hate betalkirin.

Civîna çeteyan a li Hatayê hate betalkirin
14 adar, 2019   11:13

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî ji Idlibê ji ajansa me re diyar kir ku civîna bi sponseriya Tirkiyê ku diviyabû di navbera fermandarên çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û çeteyên Ceyş El-Wetenî û fermandarên artêşa Tirk de li bajarê Hatay ê Tirkiyê saet di 14:00’an de bihata lidarxistin, hatiye betalkirin.

Çavkanî got ku sedema betalkirina civînê ku ew e ku Ceyş El-Wetenî naxwaze tev li Heyet Tehrîr El-Şam bibe, ji ber ku Heyet Tehrîr El-Şam bi sedan çeteyên wan di şerên meha Sibatê de kuştin.

Tirkiye hewl dide bi rêya tevlêbûna komên çete yên din û guhertina navê Heyet Tehrîr El-Şam, hebûna El-Qaîdeyê li parêzgeha Idlibê rewa bike.

Çavkanî diyar kir ku dem ji bo lidarxistina civînê nehatiye diyarkirin.

(jo)