Balafirên Rûsyayê bi koordîneya Tirkiyê êrîşî Idlibê kirin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku balfirên şer ên girêdayî wan bi koordîneya Tirkiyê îro depoyên cebilxaneya çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam li bajarê Idlibê kirin hedef.

Balafirên Rûsyayê bi koordîneya Tirkiyê êrîşî Idlibê kirin
13 adar, 2019   18:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku balfirên şer ên girêdayî wan bi koordîneya Tirkiyê îro depoyên cebilxaneya çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam li bajarê Idlibê kirin hedef. Wezaretê bi daxuyaniyê girêdayî vê mijarê ev tişt eşker kirin: "Balafirên şer ên Rûsyayê îro 13`ê Adarê bi koordîneya Tirkiyê bi depoyên cebilxaneya çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam a terorîst (Cebhet El-Nusra berê) li bajarê Idlibê kirine hedef."

Her wiha di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: "Li gorî agahiyên tekûzkirî, çekdaran îro miqdarek mezin ji balafirên bêmirov û êrîşêker veguihestine wê depoyê. Terorîstan plan kirin ku bi rêya wan balafiran êrîşî bargeha Himêmîm ya Rûsyayê bikin."