Kongreya 1’emîn  a PYD`ê ya Qamişlo bi dawî bû

 Kongreya 1’emîn a PYD’ê ya kantona Qamişlo bi rêzebiryaran, hilbijartina meclisek rêveber û hilbijartina hevserokatiyek nû ji rêxistinên partiyê yên Qamişlo û Dêrikê re, bi dawî bû.

Kongreya 1’emîn  a PYD`ê ya Qamişlo bi dawî bû
Kongreya 1’emîn  a PYD`ê ya Qamişlo bi dawî bû
Kongreya 1’emîn  a PYD`ê ya Qamişlo bi dawî bû
13 adar, 2019   18:45

QAMIŞLO

Kongreya 1’emîn a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) îro li hola Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlan bi dirûşmeya `Bi vîn û rêxistinkirinê em ê Efrîn rizgar bikin û Sûriyek nenavendî û demokratîk ava bikin`  destpê kir. 700 delege beşdarî kongreye bûn.

Her wiha gelek şande ji herêm û navçeyên cuda yên kantonê tevî şandeyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî li kongreyê amede bûn.

Kongre bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, paşê axaftin ji aliyê endamên hevserokatiya PYD`ê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongreya Star û Meclisa Kantona Qamişlo hatin kirin.

Piştî axaftinan perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwendin. Piştî wê rapora salê ya xebatên partiyê ya kantona Qamişlo û rapora Buroya Jin hatin xwendin û nîqaşkirin.

Beriya ku kongre bi dawî bibe, meclisa partiyê ya kantona Qamişlo ji 13 endaman, Esma Murad û Yûsif Hacî wek hevserokên rêxistina partiyê ya herêma Dêrikê û Delal Hisên, Ebdulrehman Xelef wek hevserokên rêxistina herêma Qamişlo hatin hilbijartin.

Kongreya 1’emîn a PYD`ê ya Qamişlo bi rêzebiryaran bi dawî bû. Biryar ev in;

-Berdewamkirina çalakiyan heya rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

-Bi rêya hevdîtinên gelêrî, serdan û komxebatan berdewamkirina danûstandinê bi tevahiya gelên herêmê re.

-Berfirehkirina zemîna partiyê li ser asta kantonê ji aliyê rêxistinî ve, aktîvkirin û birêxistinkirina ciwan û jinan. Zêdekirina hejmara endamên partiyê.

-Berfirehkirina têkîliyên dîplomasî yên civakî bi gelan, partiyan, tevgerên demokratîk û kesayetan re.

-Geşepêdana karînên endaman ji aliyê rêxistinî û îdarî ve bi rêya dewreyên perwerdeyên bîrdozî û îdyolojî.

-Piştgiriya bi Berxwedana Serdemê bi tevahiya rêbazan heya ku Efrîn ji dagirkeran rizgar bibe.

(şx)

ANHA