QSD nuqteyên çeteyan topbaran dike

Li gundê Baxozê şerên dijwar rû didin. QSD nuqteyên çeteyan topbaran dike.

QSD nuqteyên çeteyan topbaran dike
13 adar, 2019   18:04

DÊRAZOR

Nûçegihanên ajansa me yên ku qonaxa dawî ya Şerê Tinekirina Terorê li gundê Baxozê dişopînin ragihandin ku şerên dijwar rû didin. Şervanên QSD`ê nuqteyên çeteyên DAIŞ’ê topbaran dikin û çete li gund tengav bûne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyan îro piştî nîvro hewl dan nuqteyên QSD`ê bi çekên giran hedef bigirin û dorpêçê sivik bikin. Lê QSD`ê hewldanên wan têk birin û gelek nuqteyên çeteyan rûxandin.

(şx)

ANHA