Gulê Selmo li Helebê hate bibîranîn

Kongreya Star a Helebê bi civînekê têkoşer Gulê Selmo di salvegera şehadeta wê ya 7`an de bi bîr anî. Her wiha di civînê de hate destnîşankirin ku Gulê ji bo parastina ciwanên ku rastiya ajandeyên desthilatdariyê radigahand şehîd bûye.

Gulê Selmo li Helebê hate bibîranîn
Gulê Selmo li Helebê hate bibîranîn
Gulê Selmo li Helebê hate bibîranîn
Gulê Selmo li Helebê hate bibîranîn
13 adar, 2019   14:52

HELEB

Gulê Selmo endama Yekîtiya Star a berê û endamê Meclisa Gel a taxa Şêxmeqsûd bû. Di 10`ê Adara 2012`an de dema ku yek ji rojnamevanên ku rastiya serhildanê radigandin, rastî revandinê tê, Gulê Selmo bi însiyatîfa xwe wê rojnamevanî xilas dike û di serê xwe de birîndar dibe. Gulê Selmo piştî 3 rojan di 13`ê Adarê de şehîd dikeve.

Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji bo bîranîna têkoşer Gulê Selmo di salvegera şehadeta wê ya 7`an de, civînek li dar xist. Bi dehan jinên taxê beşdarî civînê bûn.

Civîn li çarexeriya Gulê Selmo a ku dikeve kolana 20’an di navbera her du taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd de li dar ket.

Çarxerê bi wêneyên şehîd Gulê Selmo, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Leyla Guven hate xemilandin.

Piştî deqeya rêzgirtin endama rêveber a Kongreya Star Fatme Hesen axivî û kurtejiyana şehîd Gulê Selmo ji beşdaran re vegot.  Fatme destnîşan kir ku Gulê fikr û felsefeya Ocalan nas kir û tev li xebatên têkoşînê bû.

Fatme destnîşan kir ku Gulê Selmo bi baweriya ku ciwan dê tola şehîdan hilînin ciwanek bi canê xwe parast û bû hedefa guleya ajandeyên zordestiyê.

Di dawiyê de Fatme tekez kir ku ciwanên taxê îro mîrata Gulê Selmo ya ku li dû xwe hiştiye diparêzin.

Endama rêveber a Kongreya Star Şervîn Delîl tekez kir ku Gulê Selmo ya ku fikr û felsefeya Ocalan ji xwe re kiribû bingeh, bû çirûska serhildana Şêxmeqsûd.

 Civîn bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinê bi dawî bû.

(şx)

ANHA