Rûsya Idlibê bombebaran dike

Balafirên Rûsyayê bajar û bajarokên parêzgeha Idlibê û bejahiya rojavayê Helebê bombebaran kirin. Ew yek jî piştî ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam daxwaza Rûsyayê red kir, pêk hat.

Rûsya Idlibê bombebaran dike
13 adar, 2019   11:34

NAVENDA NÛÇEYAN

Li bejahiya parêzgeha Idlibê, li herêmên li ser xeta girêdayî rejîma Sûriyê, cara yekemîn ji aliyê balafirên Rûsyayê ve tên bombebarankirin. Çavkaniyan got  tenê li bajarê Seraqib 20 êrîşên hewayî pêk hatin.

Çavkaniyan diyar kir ku balafirên Rûsyayê bi fosfora spî ya qedexekirî bajarokê El-Temani li bejahiya Idlibê bombebaran kir. Çavkaniyên pêbawer li Idlibê destnîşan kir ku piştî ku Heyet Tehrîr El-Şam (Cebeh El-Nusra ya berê) red kir ku polîsên leşkerî yên Rûsyayê derbas bibin û rêya navneteweyî ya Heleb, Laziqiyê û Şam, Rûsan Idlib kontrol bikin, Rûsyayê Idlibê bombebaran kir.

Rûsya û Tirkiye hewl didin ku rêyeke navneteweyî ku bi rêya bazirganan tê naskirin, di navbera Tirkiye û Sûriyê de veke, çavdêr jî dibêjin Rûsya ji Tirkiyê xwestiye ku rêya navneteweyî radestî wan bike, lê Tirkiye nikare Heyet Tehrîr El-Şam kontrol bike.

Di 3`yê Adarê de li gundê El-Misasine li bejahiya parêzgeha bakurê Hemayê şerekî giran di navbera çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û leşkerên rejîma Sûriyê de derket, di şer de zêdetirî 20 endamên rejîmê hatin kuştin û 6 çeteyên Tehrîr El-Şam hatin kuştin.

Heyet Tehrîr El-Şam bi êrîşê armanc dike ku bajarê Teybet El-Îmam  ku 10 km dûrî bajarê Hemayê ye, kontrol bike.

Çavkanî got piştî ku bombebarana Rûsyayê, sivîl û malbatên çeteyan çûn Efrînê ku di 18`ê Adara sala 2018`an de ji aliyê Tirkiyê ve hate dagirkirin.

(jo)

ANHA