Geir Pedersen: QSD li Sûriyê hêzeke girîng e

Nûnerê navneteweyî yê Sûriyê Geir Pedersen got QSD hêzeke girîng a Sûriyê ye û nîqaşa vexwendina wan ji bo ser maseya danûstandinan divê dewam bike.

Geir Pedersen: QSD li Sûriyê hêzeke girîng e
13 adar, 2019   09:45

NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê navneteweyî yê taybet li Sûriyê Geir Pedersen ji rojnameya Şerq El-Ewset re diyar kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hêzeke girîng a Sûriyê ye û divê nîqaşa ji bo vexwendina  ser maseya danûstandinan dewam bike.

Pedersen di destpêka axaftina xwe de got karê wî li gorî biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) ya 2254’an e ku ew destûra bingehîn sererast bikin û hilbijartinên di bin banê NY`yê de pêk bînin.

Pedersen diyar kir ku erka xwe ji serdana li Şamê dest pê kir û wiha got: "Piştî Şamê, min berê xwe da Riyadê da ku em desteya danûstandinan a Sûriyê (opozîsyonê) bibînin. Biryara 2254’an xuya ye, ew e ku ez bi hikumet û opozîsyonê re kar bikim û têkiliyên di navbera wan de bi pêş bixim û rêya civandina her du aliyan bibînin da ku em danûstandinên cewherî dest pê bikin.”

Pedersen  bersiva pirsa helwesta wî ji serokê Sûriyê Beşdar El-Esed da û wiha got: "Erka min di 2254’an de xuya ye. Ez li gel hikumeta ku Esed serokê wê ye, kar dikim. NY biryara ku kî di opozîsyonê de ye û kî di hikumetê de ye û ne jî kî serokê Sûriyê ye, nade. Ev mijara Sûriyê ye."

Pedersen  destnîşan kir ku 5 artêş li Sûriyê hene ew jî yên Amerîka, Rûsya, Îran, Tirkiye û Îsraîlê ne û divê ew kar baş nas bikin û teqez bikin ku tevlihevî di navbera aliyên derve de çênebe. Ev herêm dibe ku şaşî tê de derkevin û dibe ku betaleke mezin li ser Sûriyê çêke û gefan li îstiqrara herêmê û cîhanê bixwe.

Her wiha Pedersen bersiva ku QSD ku ji Kurd û Ereban pêk tê û beşeke Sûriyê kontrol dikin, dê bang li wan bê kirin ku werin ser maseya danûstandinan , wiha got: "QSD hêzeke girîng e li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ev mijar divê nîqaşa wê dewam bike."

(jo)