Civîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir

Bi dirûşma “Bi yekitiya jinan em ê civakeke demokratik û azad ava bikin”civîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir.

Civîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir
Civîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir
Civîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir
Civîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir
Civîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir
13 adar, 2019   09:28

QAMIŞLO

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Bi yekitiya jinan em ê civakeke demokratik û azad ava bikin” li Salona Zana ya bajarê Qamişlo li hev kom bûn.

Civîn li ser asta jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê lidarxistin. Jinên ji pêkhateyên êzidî, Suryan, Ermen, Tirkmen, Kurd, Ereb û Çerkez di civînê de amade bûn. 

Rêveberiya jinan a Tebqa, Reqa, Dêrazor, Minbicê û hemû sazî, rêxistinên jinan ên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û saziyên jinan ên serbixwe tev li civînê bûn.

Armanca civînê ew e ku piştî têkçûna DAIŞ`ê ji bo avakirina Sûriyeyeke nû, destûra Sûriyê û mayîndekirina deskeftiyên li Sûriyê de nîqaş bên kirin. Her wiha di dawiya civînê de dê sîwaneke nû ji bo hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê avakirin.

Civîn ji dezgehên çapemeniyê re girtî dewam dike.

ANHA