Li Helebê di navbera komên çete û hêzên Rejîmê de şer

Li gundewarên rojavayê bajarê Helebê di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û komên çete de şer rû dide. Tê gotin ku gelek sivîl birîndar bûne.

Li Helebê di navbera komên çete û hêzên Rejîmê de şer
12 adar, 2019   21:48

HELEB

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî dane ajansa me, li gundewarên rojavayê bajarê Helebê di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û komên çete de şerên derket. Di şer de çekên giran û moşek tên bi karanîn.

Çavkaniyan diyar kirin ku hêzên Rêjîmê moşek avêtin deverên Heyan, Kefer Hemara û Hirêtan. Komên çete ku li beşekî Cûmiyeta Zehra bi cih kirine, bi dehan top avêtin taxa Cûmiyet Zehra (Beşê di bin serweriya rêjîmê de) û taxa Mokabo topbaran kirin.

Heman çavkaniyî destnîşan kir ku balafirên Rêjîmê jî deverên di bin serweriya komên çete de li gundewarên rojavayê Helebê, taxa Raşidîn û Mensûrayê topbaran kirin.

Nûçegihanên me ji herêmê diyar kirin ku ji ber topbarana li ser taxa Cûmiyeta Zehra welatiyê sivîl ê bi navê Mihemed Ûsama Eyrût ê 51 salî jiyana xwe ji dest daye û 7 sivîl birîndar bûne.

Topbarana di navbera her du aliyan de berdewam e.

(şx)

ANHA