ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13.03.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13.03.2019
13 adar, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku li Baxozê berdewam e dê were şopandin.

-Şêniyên Dirbesiyê, şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Goristana Şehîd Ristem Cûdî li gundê Berkevirê oxir dikin saet 11:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Partiya Yekîtiya Demokratîk kongreya xwe ya yekemîn li ser asta Kantona Qamişlo li navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê li bajarokê Rimêlan li dar dixe saet 11:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Bi rashatina salvegera 7`mîn a şehadeta têkoşer Gulê Selmo Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd, civînekê li qada çarxerêya Gulê Selmo orgenîze dike saet 13:00`an. ( BI WÊNE Û DÎMEN)

-Partiya Hevalbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê komxebatek binavnîşana  herêma ewle di nav teorî û pêkanîn (piratîk) de li hola Navenda Çandî ya bajarê Tebqayê li dar dixe saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Oldarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li tevahiya ol û pêkhateyên herêmê kirin ku li rex hev bisekinin û şerê hişmendiya DAIŞ`ê bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Qamişlo diyar kirin ku binpêkirinên li dijî Ocalan têne kirin, di dîrokê de heya niha mîna wê pêk nehatine. Her wiha tekez kirin ku jina Kurd peyama xwe ya ku tê de azadiya Ocalan ji têkoşîna xwe re bingeh bigire gihand cîhanê.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Malbatên Şehîdan ên Minbicê teqez kirin ku ew serkeftina ku dê were ragihandin, jêdera serfiraziyê dihesbînin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Rêxistin, partî û meclisên jinan ên herêmên rizgarkirî bi însiyatîfa Kongreya Star ji bo nîqaşkirina rewşa jinan li herêmê, civînek berfireh li hola Zana ya bajarê Qamişlo li dar dixe saet 9:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Jina DAIŞ`î ku tevî keça xwe ji Baxozê derket û xwe radestî QSD`ê kir got: "Ez hatim xepandin. DAIŞ`ê ji ola Islamê dûr e. Ez poşman im, divê dewleta Ezerbêcanê min werbigire.Î(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Jin a El-Besîre xebatên perwerdekirina jinan dimeşîne û avakirina komînên jinan dişopîne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Bi têkoşîn û xebatê xwe ji bo belavkirina fikra rizgariya jinê û xilasiya gel ji ajandeyên pergalên zordest, ji hezaran şehîdên ku gorên wan li Goristana Şehîd Refîq a Kantona Efrînê ne re bû dayîk, Gulê Selmo şehîda Şêxmeqsûd.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Şaredariya Gel a El-Elî Bacliye lêçûna 5 projeyên xizmetguzariyê ku plan dike di destpêka biharê de pêk bîne bi 137 milyon lîreyên Sûriyê pêşkêşî komîteya şaredariya a Kantona Girê Spî kir.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şaredariya Gel a bajarê Minbicê şertên saxlemiya giştî ya girêdayî ruxsetên avakirinê peyda kirin, piştî ku şêniyan pêwîstiya vedîtina makenîzmeya girtina xwediyên ruxsetên avakirinê girtikên saxlemiyê pêşniyar kirine.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Gerînendeya Hawîrdor û Parkan a girêdayî Şaredariya Gel a Reqayê, îro `Şitilgeha beledî ya Reqayê` li başûrê bajêr vekir.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

-Di encamên şerên ku li Sûriye rû dane de, bi sedan çîrokên kuştin, koçberkirin, anî ji berxwedana li hember dimin derketin, her miroveke li gorî derfetên di dest de dikarî rewşa bişopîna û bi rêbazê xwe bûyeran ji derve re ragihîne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA