Ji bo tinekirina hişmendiya DAIŞ’ê banga hevkariyê

Oldarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li tevahiya bawerî û pêkhateyên herêmê kirin ku li rex hev bisekinin û şerê hişmendiya DAIŞ`ê bikin.

Ji bo tinekirina hişmendiya DAIŞ’ê banga hevkariyê
13 adar, 2019   06:41

RÊNAS REMO-KADAR IBRAHÎM /QAMIŞLO

Bi nêzîkbûna têkçûna DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, oldarên ola Islamê dibêjin pêwîst e gelê herêmê bikevin ferqa wê ku fikrên DAIŞ`ê di hişê hinekan de hatiye çandin û gotin: “Dibe ku her demekê dîsa derkeve holê.” Oldaran destnîşan kirin ku komên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ku navê Îslamî li xwe dikin, ji Îslamê dûr in û di rastiyê de ew li ser ola Îslamê xeteriyek in.

Meleyê navçeya Tirbespiyê Serac El-Ehmed destnîşan kir ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve, gelek koman mîna DAIŞ`ê, Cebhet El-Nusra û tugayên girêdayî dewleta Tirk a dagirker navên ola Îslamê li xwe kirin û sloganên olî ji bo bikarnîna gel danîn.

El-Ehmed tekez kir ku ew kom ji bo gel bikşînin refa xwe ol bi kar anîn û wiha got: "Ev kom berovajî ola Îslamê û şîretên pêxember in. Kiryarên wan di van demên dawîn de ew tişt isbat kir. Ew kom kesên bê guneh kuştin, destdirêjiya jinan kirin û milken sivîlan talan kirin.”

Girêdayî metirsiyên ku carek din ev fikra tunderw derkeve, mele Serac El-Ehmed destnîşan kir ku divê civak were perwerdekirin û ji bo tunekirina vê hişmendiyê hevkarî di navbera pêkhateyên herêmê û dewletên cîhanê de pêwîst e.

Mele Teqîdîn Osman jî destnîşan kir ku bi saya fedakariyên şervanên QSD`ê gelek serkeftin hatin bidestxistin û got: “Li dijî komên ku bi navê ola Îslamê bang dikin û di bingehê de ji Îslamê dûr in li ber xwe dan.”

Osman teqez kir ku divê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikevin feqê ku çeteyên DAIŞ`ê ji aliyê erdnîgarî ve têk diçe, lê ev nayê wê wateyê ku hişmendiya wê jî bi dawî dibe û wiha pê de çû: “Divê tevahiya pêkhateyên herêmê ji Kurd Ereb û Suryan li hember vê fikra tundrew bisekinin. DAIŞ ji Îslamê dûr e."

Di dawiya gotinên xwe de mele Teqîdîn Osman bang li tevahiya olan û pêkhateyên herêmê kir ku li rex hev bisekinin û şerê hişmendiya DAIŞ`ê bikin û wiha domand: "Ola Îslamê ola hezkirin û bihnfirehiyê ye, lê ew kom mîna DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra bi armanca kuştin û wêrankirinê ola Îslamê bikar tînin. Li ser hesabê gelê Sûriyê berjewendiyên dewletên din ên mîna Tirkiyê anîn cih."

(şx)

ANHA