Li Efrînê kiryarên revandin û guhertina demografîk didomin

Kiryarên revandin û binçavkirina sivîlan bi destê artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê li kantona Efrînê ya dagirkirî û her wiha guhartina demografyaya herêmê, didomin.

 Li Efrînê kiryarên revandin û guhertina demografîk didomin
 Li Efrînê kiryarên revandin û guhertina demografîk didomin
 Li Efrînê kiryarên revandin û guhertina demografîk didomin
 Li Efrînê kiryarên revandin û guhertina demografîk didomin
 Li Efrînê kiryarên revandin û guhertina demografîk didomin
 Li Efrînê kiryarên revandin û guhertina demografîk didomin
12 adar, 2019   09:32

EFRÎN

EFRÎN

Li gorî ku çavkaniyên di herêma Efrînê de ji ajansa me ANHA’yê re ragihandiye, artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê 2 sivîl ji şêniyên herêma Efrînê revandin . Xelîl Husên ji navçeya Cindirêsê ye, hate revandin û îşkencekirin û di encamê de rakirin nexweşxaneyê û rewşa wî ya tenduristî ne baş e. Her wiha Ehmed Berko jî  ji navçeya Cindirêsê ye, bû 3 car tê revandin û bi dayîna pereyan tê berdan.

Li gorî çavkaniyên ku ji navçeya Şiyê diyar kirine, çeteyên Ebû Emşe 3 şêniyên navçeyê revandine û navên wan wiha ne; Şêx Ehmed Menan, Xelîl Mistefa Şêxo û Ebû Tirkî Mistefa.

Li aliyekî din jî artêşa Tirk a dagirker rêya di navbera Tirkiye û Sûriyê de li gundê Hemamê bi kêmberiya 40 metre hewl dide vedike û ji ber wê jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê darên zeytûnan ên girêdayî şêniyên Efrînê, radikin.

Di heman demê de, dermanfiroş Mihemed Hemo Xelîl ji gundê Birîmce li taxa Eşrefiyê ya Efrînê hate revandin û kuştin.

Têkildarî mijara demografyaya Efrînê, dîmenek li dibistana gundê Erebo yê girêdayî navçeya Mabeta hate belavkirin û tê de zarok neçar kirine ku alên Tirkiyê û alên qaşo “Artêşa Azad” rakin. Her wiha di dîmenan de çete jî diyar dibin.

(fr)

ANHA