Karnavala 12`ê Adarê dest pê kir

Ji bo bîranîna salvegera 15`emîn a Serhildana Qamişlo bi dirûşma "Bi serkeftinên 12`ê Adarê heta serkeftinên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê" karnavalekê li Stada Şehîdên 12`ê Adarê ya li bajarê Qamişlo dest pê kir.

Karnavala 12`ê Adarê dest pê kir
Karnavala 12`ê Adarê dest pê kir
Karnavala 12`ê Adarê dest pê kir
Karnavala 12`ê Adarê dest pê kir
Karnavala 12`ê Adarê dest pê kir
Karnavala 12`ê Adarê dest pê kir
Karnavala 12`ê Adarê dest pê kir
Karnavala 12`ê Adarê dest pê kir
Karnavala 12`ê Adarê dest pê kir
Karnavala 12`ê Adarê dest pê kir
12 adar, 2019   09:28

QAMIŞLO

Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêmê Cizîrê bi hevkariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bo bîranîna salvegera 15`an a Serhildana Qamişlo li Stada Şehîdên 12`ê Adarê ya bajarê Qamişlo karnavalekê li dar dixe. Bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê, endamên Saziya Malbatên Şehîdan, malbatên şehîdên 12`ê Adarê, desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê  û endamên desteyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li karnavalê bûn.

Li Stada 12`ê Adarê wêneyên şehîdên 12`ê Adarê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Leyla Guven, Nasir Yagiz, alên QSD, YPJ, YPG`ê, ala Hêzên Ewlekariya Hundrîn, ala TEV-DEM`ê û pankartên bi nivîsên "Biratiya gelan mîsogeriya azadiya civakan e", "Bi têkçûna terorîstan xwîna me tevlihev bû û bi werzîşê çand bilind dibe", her wiha pankartek bi navê Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi dirûşma "Gelê me yek e û armanca me yek e" hatine daliqandin.

Ji bo rêzgirtina ji şehîdên 12`ê Adarê re, xwediyên dikanên bazirganiyê dikanên xwe girtine. Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên trafîkê parastinê dikin û çûn û hatina ber bi stadê ve  hêsan dikin.

Hêzên Erka Xweparastinê toreneke leşkerî li dar xist. Her wiha berdevkê fermî yê YPG`ê Nûrî Mehmûd bi navê hêzên leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê biaxive. Di heman demê de, bi navê malbatên şehîdan a herêma Cizîrê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Masûm Hesen biaxive.

Di karnavalê de dê maçek di navbera tîma herêma Cizîrê û Dêrazorê de were lidarxistin, her wiha dê stran û dîlanên şoreşgerî werin pêşkêşkirin.

(bx)

ANHA