Rewşenbîrên Kobanê şehîdên 12`ê Adarê bi bîr anîn

Bi boneya salvegera 15`emîn a Serhildana Qamişlo, Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê daxuyaniyek li Qada Jina Azad da.

Rewşenbîrên Kobanê şehîdên 12`ê Adarê bi bîr anîn
12 adar, 2019   09:55

KOBANÊ

Bi boneya salvegera 15`emîn a Serhildana Qamişlo, Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê bi beşdarbûna bi dehan rewşenbîran daxuyaniyek li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê da.

Daxuyanî ji aliyê hevserokê Yekitiya Rewşenbîran Mezlûm Cimo ve hate xwendin.

Mezlûm Cimo da zanîn ku li Sûriyê her du raman; nîjadperestî û olperestî ji aliyê desthilatdaran ve hatine meşandin, bi taybet partiya Baas a desthilatdar û wiha dewam kir: “Bi rêya van ramanan gelek neheqî li gelan kirine, vê desthilatdariyê gelek mafên rewa yên neteweyên Kurd, Suryan, Çerkez û hwd paşguh kirin û bi demê re ew maf hatine qedexekirin.”

Mezlûm Cimo di berdewama daxuyaniyê de wiha got: “Di dîroka 12’ê Adara 2004`an de şerek di lîstgeha futbolê (stad) ya bajarê Qamişlo bi pêş xistin. Ew şer ji hêzên rejîmê re bû derfetek ku êrîşî gelê Kurd bike û zarokên Kurdan şehîd bixin. Ji bo vê newekhevî û êrîşkirina ser gelê Kurd li tevahî Rojavayê Kurdistanê û li hin bajarên Sûriyê, serhildanan dest pê kir.

Ev serhildan gelê Kurd bi bersiveke ji faşîzmê re û derbeyeke herî xurt li nîjadperestiyê xist. Her wiha dîwarê tirsê şikand û gelê Kurd dest bi daxwaza mafên xwe yên rewa kir, heta ku şoreşa Rojava dest pê kir. Di şoreşê de jî hêzên dagirker û hêzên faşîst hewl da careke din tevliheviyê di nav gelan de çêkin, lê ramana neteweya demokratîk ev hewl dan wan têk bir. li ser rêya ramana neteweya demokaratîk biratiya gelan bi pêş ket.”

Mezlûm di dawiya daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: “Ji îro û pê de ne faşîzm û ne jî dagirker nikarin tevliheviyê di navbera gelan de çêkin. Ev gel êdî gelekî perwerdekirî ye û ji bilî ramana neteweya demokratîk ku biratiya gelan esas digire, tu ramanên din napejirîne. Di salvegera Serhildana 12`ê Adarê de em tevahî şehîdan bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewîni. Şehîdên 12`ê Adarê namirin."

Piştî daxuyaniyê, beşdaran dirûşmên “Bijî neteweya demokratîk, bijî biratiya gelan” berz kirin.

(sn-hh)

ANHA