Şîrovekarê siyasî: Serkeftina QSD`ê dê bandorê li cîhanê bike

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Hisên Umer got serkeftina ku dê QSD li dijî çeteyên DAIŞ`ê bi dest bixe, dê bandorê li tevahiya cîhanê bike.

Şîrovekarê siyasî: Serkeftina QSD`ê dê bandorê li cîhanê bike
12 adar, 2019   07:59

EHMED SEMÎR / QAMIŞLO

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), li bajarokê Baxozê yê bejahiya rojhilatê Dêrazorê dor li çeteyên DAIŞ`ê teng kir. Tê payîn ku di van rojan de, rizgarkirina tevahiya erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê were ragihandin. Têkildarî mijarê, nivîskar û şîrovekarê siyasî Hisên Umer got tevahî cîhan li benda îlankirina dawiya çeteyên DAIŞ`ê li ser destê QSD`ê ye.

Hisên da zanîn ku serkeftina ku dê QSD li dijî çeteyên DAIŞ`ê bi dest bixe, dê bandorê li tevahiya cîhanê bike û raya giştî û bi taybet hikumetên rojavayî, bixin rojeva xwe, ji ber ku girêdayî plansaziya wan û siyasetên wan ên derve û hundir e.

Umer wiha axivî: “Hikumetên rojavayî dixwazin her welatiyekî xwe yê terorîst ku tev li rêxistina terorê bûye, werin kuştin. Lê ev yek pêk nehat. Hejmareke mezin a çeteyan ku xwe radestî Hêzên Sûriya Demokratîk kir, wekî hişyarekî ji bo hikumetên rojavayî bû. Hikumetên rojavayî niha nizanin çawa bi van kesan re bidin û bistînin û li rêbazên qanûnî ji bo ku xwe ji wan xelas bikin, digerin. Lewre pêşwazîkirina wan red kirin.”

Hisên Umer anî ziman ku serkftina dîrokî ya QSD`ê dê di rûpelên dîrokê yên nayên girtin de, werin nivîsandin.

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Umer wiha berdewam kir: “Hizra dewletên rojavayî niha bi awayekî ji bo parastina berjewendiyên xwe bi dewletên herêmê re ye û hewl didin bigihîjin şiklekî ji bo parastina serkefitnên xwe bi QSD`ê re û berdewama hevalbendiya xwe bi QSD`ê re. Ev yek jî, ji bermahiyên serkeftinên QSD`ê ye û bi alîkariya Koalîsyona Navneteweyî dikaribû çavkaniya terora herî xeternak di cîhanê de têk bibin.”

‘Ger ne ji YPG`ê bûya, dê herêm di bin kontrola rêxistina terorê de bûya’

Hisên Umer anî ziman ku ger ne ji îrade û baweriya kûr a YPG û YPJ`ê bûya ku bingeha QSD`ê ne, serkefina li dijî DAIŞ`ê nedihat bidestxistin û wiha pê de çû: “Niha terorîst wekî mişkan ji cihê wan ên herî dawî têne derxistin. YPG`ê bersiva rêxistinên terorîst da û ji Serêkaniyê, Til Koçer û heta berxwedana Kobanê ya efsanewî li dijî wan şer kir. Berxwedana Kobanê bingehên nû ji şerê li dijî terorê li Sûriyê re danî, ev yek jî bi rêya destwerdana Amerîkayê piştre Rûsyayê pêk hat. Ger ne ji YPG û YPJ`ê bûya, dê herêm tevahî di bin kontrola rêxistina terorîst bi desteka Tirkiyê de bûya.”

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Hisên Umer di dawiya axaftina xwe de wiha lê zêde kir: “YPG, YPJ û QSD ku ji ciwanên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin avakirin, erkên mezin pêk anîn. Herêm bi awayekî çalak parastin û hejmareke mezin ji terorîstên gelek dewletan ku wekî bomebeyekê bûn û dibe ku di her demê de di welatê xwe de biteqiyana, tune kirin. Bi vê yekê re, bar li ser wan dewletan sivik kir. Di demên dawîn de, di dezgehên çapemenî û saziyên dîplomasî û daxuyaniyên rayedarên dewletên rojavayî de hate gotin ku divê destek ji bo QSD`ê were dayîn, ev yek jî tiştekî balkêş e.”

(kc)

ANHA