Şîeyên Tirkmen:  Em spasiya QSD`ê dikin 

Welatiyên şîe yên Tirkmen ên ji Tileferê ya Iraqê spasiya QSD’ê kir ku zarokên wan li bejahiya Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Şîeyên Tirkmen:  Em spasiya QSD`ê dikin 
12 adar, 2019   08:21

NESRÎN ELÎ / HESEKÊ

Hêzên Sûriya Demokraîk (QSD) 4 zarokên şîe ji Tilefer a Iraqê ku di sala 2014`an de çeteyên DAIŞ`ê ew revandin, di Şerê Tunekirina Terorê de li gundê Baxoz, rizgar kirin û tevî 12 zarokên êzidî radestî Mala Êzidiyan kirin da ku radestî malbatên wan bikin.

Şihab Ûn bavê her sê zarokên şîe yên bi navên Ehmed, Xelîl û Elî, ji ANHA`yê re axivî û wiha got: "Di sala 2014`an de em ji Şengalê koçber bûn. 7 zarok û hevjîna min di êrîşên li ser Şengalê de ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê hatin revandin."

Ûn wiha dewam kir: "Agahî ji zarok û hevjîna min qut bûn, her tim ez li wan digeriyam da ku ez tiştekî li ser wan nas bikim, di rizgarkirina Mûsilê ji çeteyên DAIŞ`ê de min keça xwe dît."

Ûn destnîşan kir ku ew  her tim bi Mala Êzidiyan a li Şengalê re di nava têkiliyan de bû û wiha pê de çû: "Bi rêya Mala Êzidiyan min nas kir ku QSD`ê her sê zarokên min rizgar kirine."

Ûn ji ber ku QSD`ê zarokên wî rizgar kirin û karê QSD`ê yê mirovî ku li hember hemû pêkhateyan pêk tîne, spasiya  QSD`ê kir. Di dawiya axaftina xwe de Ûn ji hikumeta Iraqê xwest ku deriyê sînor veke da ku pêşwaziya zarokên ku hatine rizgarkirin bikin û hêvî kir ku hevjîn û her sê zarokên xwe yên di destê DAIŞ`ê jî bêne rizgarkirin.

Her wiha welatiyê bi navê Lazim Hazim El-Elî ew jî ji şîeyên Tirkmen ên ji Tilefer a Iraqê ye û wiha got: "Çeteyên DAIŞ`ê 10 kes ji malbata min revandin, min 2 kes ji wan li Tirkiyê dîtin û zarokekî min jî ji aliyê QSD`ê ve hate rizgarkirin."

El-Elî kêfxweşiya xwe bi rizgarkirina kurê xwe ji çeteyên DAIŞ`ê anî ziman û hêvî kir ku endamên malbata wî yên mayî jî bêne rizgarkirin. Di dawiya axaftina xwe de El-Elî wiha got: "Hikumeta Iraqê alîkariya welatiyan nake, di demekê de ku QSD`ê welatiyên ji Iraqê rizgar dike û wan digihîne sînorê Iraqê. Hikumeta Iraqê sînor venake, em ji hikumeta Iraqê dixwazin ku bi erka xwe li hember welatiyên xwe rabe."

(jo)

ANHA