Li Kobanê seferberiya berxwedana Leyla Guven

Şêniyên Kobanê ji bo piştgiriya berxwedana Leyla Guven ku ev 124 roje di greva birçîbûnê de ye, seferberiya giştî îlan kir. Şênî amedekarî dikin ku roja Sêşemê meşeke girseyî li dar bixin.

Li Kobanê seferberiya berxwedana Leyla Guven
11 adar, 2019   18:12

KOBANÊ

Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ev 124 roje ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Her çendî berxwedana Leyla Guven di cîhanê de deng veda be jî, heta niha saziyên mafên mirovan û cîhana navnetewî bêdengiya xwe diparêzin. Ji ber wê şêniyên kantona Kobanê ji bo piştgiriya têkoşer Leyla û bilindkirina asta têkoşînê banga seferberiya giştî kirin.

Tê payîn ku roja Sêşemê di saet 10:00`an de şêniyên kantona Kobanê ji bo piştgiriya berxwedana Leyla Guven û şermezarkirina bêdengiya navdewletî, rêxistinên hiqûqî û mirovî li hember binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker meşekî li dar bixin. Dê meş li qada Jina Azad pêk were û sûkên kantonê bêne girtin.

Girêdayî mijarê endama Komîteya Amadekar Eyşe Efendî bang li tevahiya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku piştgiriya Leya Guven û hevalên wê bikin û wiha got: “Divê roja Sêşemê beşdarî meşa Kobanê bibin. Her wiha asta çalakiyan heya rakirina tecrîdê bilind bikin.”

(şx)

ANHA