MSD`ê serhildana 12’ê Adarê bi bîr anî

MSD`ê salvegera 15’mîn a Serhildana 12’ê Adarê bi daxuyeniyekê bi bîr anî û diyar kir ku serhildana 12’ê Adarê serhildanek gelerî ye.

MSD`ê serhildana 12’ê Adarê bi bîr anî
11 adar, 2019   17:56

NAVENDA NÛÇEYAN

MSD`ê bi boneya salvegera 15`emîn a Serhildana 12’ê Adarê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye;

`Serhildana 12`ê Adara 2004`an a ku ji bajarê Qamişlo destpê kir, derbasî sala xwe ya 15’mîn dibe. Gelê me ji Dêrikê, Qamişlo, Kobanê heya bighêje Efrîn, Heleb û Şamê li hember pergala zordest serî hilda. Îro em serhildana 12’ê Adarê, heman demê de salvegera 8’emîn a destpêkirina tevgera şoreşgerî ya Sûrî ji bo avakirina pergalek demokratîk bi bîr tînin. 

Serhildana 12’ê Adarê gelek wate û nîşane di nav xwe de girt. Ruxmî derbasbûna 15 salan ji serhildana gel li dijî pergala navendî ku tevlihevî di navbera pêkhateyên herêmê de belav kir, hîna desthilatdarî li Şamê di sazkirina xwe de li gorî pergala navendiyê bi israr e. Pergala Şamê û hinek kesayetên girêdayî opozîsyonê rolên dijberî mafên neteweyî û niştîmanî yên pêkhateyên herêmê dilîzin. Ew jî dibe sedema ku aloziya Sûriyê li gorî planên herêmî yên teng kûrtir be. Berovajî wê  têghiştina taybetmendiya bingehîn a serhildanê ya ku ji mîrata me ya felsefî û şoreşgerî mîna çirûska destpêkê bû, bû sedema rewşa rêxistinî ya herêmê ji aliyên sazî, civakî û siyasî ve. Di heman demê de bû zemîna tevgera şoreşgerî ya Sûrî ya 18`ê Adara 2011`an. Em tekez dikin ku bi giyana berxwedanê ya şoreşgerî dê tevahiya kiryarên li dijî vîna gel û daxwazên wî pûç bibin. Ew wek misogerê sekinandina li hember tevahiya zext û binpêkirinên çewisandinê yên hêzên tarî û terorê yan jî hêzên zordest ên herêmî ye.

Wek MSD`ê em bejna xwe li hember tevahiya şehîdên QSD`ê ditewînin. Ew şehîdên ku di van kêliyên dîrokî de ji tunekirina terorê li Baxozê, dîrokê xêz dikin. Di heman demê de em ketin ferqê ku şerê tinekirina terorî bi temamî, riyek dirêj e israr, hevkariyek Sûrî, herêmî û cîhanî pêwîst dike.”

(şx)

ANHA