Şêniyên Qamişlo ji bo bîranîna şehîdên 12’ê Adarê mûm vêxistin

Şêniyên Qamişlo bi boneya salvegera 15`mîn a Serhildana 12’ê Adarê û ji bo bîranîna şehîdên wê, li kolanên bajêr mûm vêxistin.

Şêniyên Qamişlo ji bo bîranîna şehîdên 12’ê Adarê mûm vêxistin
Şêniyên Qamişlo ji bo bîranîna şehîdên 12’ê Adarê mûm vêxistin
11 adar, 2019   18:20

QAMIŞLO

Sibê salvegera 15’mîn a Serhildana 12’ê Adarê ya Qamişlo ye. Di 12`ê Adara 2004`an de rêjîma Sûriyê hewl da tevlîheviyê di navbera gelê Kurd û Ereb de derbixe. Ji bo ve jî maça di navbera tîmên Fitiwe ya Dêrazorê û Cîhad a Qamişlo  bi kar anî. Di encamê de zêdetirî 35 kes di nav de jin û zarok şehîd ketin. Gelê Kurd li seranserî bajar û navçeyên Rojava û Sûriyê serî hildan.

Ji bo bîranîna şehîdên 12’ê Adarê, şêniyên Qamişlo her sal di şeva 11’ê Adarê de li kolanên bajêr mûman vêdixin. Vê êvarê jî ku sibe 12’ê Adarê ye, li piraniya taxên bajêr mûm hatin vêxistin.

(şx)

ANHA