‘Bi hezaran şopdarên Leyla Guven hene’

Rewşenbîrên Efrînê piştgiriya çalakiyên grevên birçîbûnê kir û wiha got: "Bi hezaran şopdarên Leyla Guven hene.”

 ‘Bi hezaran şopdarên Leyla Guven hene’
10 adar, 2019   07:23

ELÎ KEDRO / ŞEHBA

Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP`ê Leyla Guven û hevalên wê yên di girtîgehên Tirkiyê de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir. Têkildarî mijarê endamên Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê piştgiriya xwe bi çalakiyên greva birçîbûnê re diyar kir.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Efrînê Mihemed Welîd wiha got: "Dîroka gelê Kurd têr û tijî destan, efsane û berxwedana li hember tevahiya cîhanê ye. Berxwedana zindanan bi pêşengiya Mihemed Xeyrî Durmuş, Alî Çîçek û Akif Yilmaz dest pê kir. Her sê têkoşeran bi berxwedana xwe çand û giyanekî ku heya niha dijî, afirand. Çalakiyên greva biçîbûnê bi pêşengiya Leyla Guven îsbata vê yekê ye."

Mihemed Welîd wiha dewam kir: "Em dixwazin dijmin bizane ku em gelekî xwedî berxwedaneke xurt in û wê nikaribe bi çek û teknolojiya xwe bi ser bikeve. Em vê giyanê ji rêberê xwe yê ku di girtîgeha Îmraliyê de ji 21 salan ve li ber xwe dide, digirin û em dest ji vê berxwedanê bernadin heya ku em armancên şehîdan bigihînin serî."

Ji aliyê xwe ve endama Yekitiya Rewşenbîran Rokan Hisên destnîşan kir ku çalakgerên greva birçîbûnê bi pêşengiya parlamenter Leyla Guven bi çalakiyên xwe ji cîhanê re peyamekê dişînin ku bi qasî ew bi hewcedariya azadiya rêber û gelê xwe ne, ew ne bi hewcedariya nan û vexwarinê ne, ji ber ku gelê Kurd gelekî azadîxwaz e û ji bo azadiya xwe bi mezin û biçûkan ve tê dikoşe.

Di dawiyê de Rokan tekez kir ku divê cîhan nirxên mirovahiyê ji xwe re bingeh bigire û wiha got: "Ji bo azadiya rêber û gelê xwe em amade ne fedekariyan bidin û bi hezaran şopdarên Leylayê hene."

(şx)

ANHA