‘Bi rêya piştgiriya Rêveberiya Xweser dê ewlehiya herêmê were parastin’

Berdevkê MSD`ê Emced Osman da zanîn ku bi rêya piştgiriya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê ewlehiya herêmê were parastin.

‘Bi rêya piştgiriya Rêveberiya Xweser dê ewlehiya herêmê were parastin’
10 adar, 2019   06:54

RÊNAS REMO - KADAR IBRAHÎM / QAMIŞLO

Berdevkê MSD`ê Emced Osman ji ajansa me re girêdayî qonaxên piştî bidawîbûna DAIŞ`ê û tedbîrên ku divê werin girtin da ku ewlehiya herêmê bi giştî were parastin, axivî. Emced Osman wiha got: "Îro derfetek ji bo parastina ewlehiya herêmê heye, ew jî bi rêya piştgiriya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ji ber ku bi saya fedakariyên ciwanên xwe karî DAIŞ`ê tune bike.”

Osman bang li dewletên herêmê û cîhanê kir ku siyasetên xwe der barê parastina ewlehiya herêmê de biguherin da ku rê li pêşiya derketina komên terorîst ên din bigirin.

Cîhan deyndarê ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye

Berdevkê MSD`ê Emced Osman tekez kir ku cîhan deyndarê QSD`ê ye û wiha pê de çû: "Terora DAIŞ`ê li ser tevahiya cîhanê xetereyek bû. Bi saya fedakariyên ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê teror têk çû. Vê hêzê zemînek ji bo çareseriya aloziya Sûriyê û ewlehiya herêmê ava kir, ji ber wê divê cîhan piştgiriya wê bike. Divê MSD di her çareseriyeke siyasî de ya aloziya Sûriyê de beşdar be."

Girtiyên DAIŞ`ê pirsgirêkek mezin e

Girêdayî çarenûsa çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan ên li gel QSD`ê girtî, Osman destnîşan kir ku çeteyên girtî pirsgirêkeke mezin in, ji ber ku dewletên cîhanê vegera wan çeteyên biyanî ji welatên xwe re red kir û wiha domand: "Hejmara wan çeteyan gelekî zêde ye, divê dewletên cîhanê bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hevkar bin. Ji hemû aliyan ve tê xwestin ku bi berpirsyariyên xwe rabin."

Di dawiyê de berdevkê MSD`ê Emced Osman banga xwe ji bo pêwîstiya hevkariya dewletên rojavayî bi MSD`ê re der barê girtiyên DAIŞ`ê de dubare kir da ku bigihêjin çareseriya pirsgirêkê û çeteyan dadgeh bikin.

(şx)

ANHA