Malbatên şehîdan: QSD`ê tevahiya gelan ji DAIŞ`ê xilas kirin

Malbatên şehîdan ên navçeya Tirbespiyê diyar kir ku QSD`ê ji bingeheke mirovî û exlaqî gel ji çeteyên DAIŞ`ê xilas kirin. Her wiha tekez kirin ku divê civaka navdewletî piştgiriya xwe bi QSD`ê re berdewam bike da ku ewlehiya ku bi saya şehîdan hatiye bidestxistin, were parastin.

Malbatên şehîdan: QSD`ê tevahiya gelan ji DAIŞ`ê xilas kirin
10 adar, 2019   07:33

RÊNAS REMO - KADAR IBRAHÎM / QAMIŞLO

Bi nêzîkbûna têkçûna DAIŞ`ê ji aliyê QSD`ê ve li bejahiya Dêrazorê, malbatên şehîdan ên navçeya Tirbespiyê kêfxweşiya xwe bi bidawîbûna DAIŞ`ê re li Baxozê anî ziman. Malbatên şehîdan tekez kir ku bi saya fedakariyên şehîdan gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav ewlehî û aramiyê de ne.

Bavê şehîd Dara Tirbespiyê yê ku dema li ser erka xwe bû li bejahiya navçeya Tirbespiyê şehîd bû, Hesen Selac kêfxweşiya xwe bi nêzîkbûna têkçûna DAIŞ`ê anî ziman û wiha got: "Van rojan em gelekî kêfxweş in, ji ber QSD`ê karî terorê tune bike û dilê bi hezaran zarok û jinan xweş kir. Ji ber wê û ji bo avakirina civakeke demokratîk û azad me gelek fedakarî da. Divê cîhan ji vîna gelê me re rêzdar be."

Dayîka şehîd Hemûd Tirbespiyê yê  ku di nav refên YPG`ê de li başûrê Tirbesiyê di êrîşên DAIŞ`ê yên li ser navçeyê de şehîd bûbû, Meha El-Hebîb destnîşan kir ku ev serkeftin, serkeftineke mezin e û diyarî tevahiya malbatên şehîdan kir. Meha hêvî kir ku tevahiya cîhanê piştgiriya armancên ku zarokên wan ji bo pêkanîna wan şehîd bûne, bikin.

Nofa El-Kûd hevsera şehîd Samî Mihemed El-Kûd e ku di pêngava rizgarkirina Tebqayê de şehîd bûbû. Nofa diyar kir ku ew minetdarê QSD`ê ye ku li dijî çeteyên DAIŞ`ê li ber xwe dan û mirovahî ji zilma wan xilas kirin.

Di berdewama gotinên xwe de Nofa El-Kûd diyar kir ku hevserê wê û gelek şehîd ji bo rûmeta cîhanê canê xwe feda kirine. Her wiha destnîşan kir ku QSD`ê ji bingeha mirovî û exlaqî gel ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Di dawiyê de malbatên şehîdan bang li civaka navdewletî kir ku piştgiriya xwe bi QSD`ê re bidomînin da ku ewlehiya ku bi saya xwîna şehîdan hatiye bidestxistin, were parastin.

(şx)

ANHA