Li Hesekê 3 şehîd hatin oxirkirin û nasnameya şehîdekê hate eşkerekirin

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê cenazeyên 3 şehîdên QSD`ê li Goristana Şehîd Dijwar oxir kirin. Di merasîmê de jî nasnameya şehîdeke jin hate ragihandin. Girseya gel berdewama têkoşînê li dijî tevahiya dagirkeran tekez kirin.

Li Hesekê 3 şehîd hatin oxirkirin û nasnameya şehîdekê hate eşkerekirin
Li Hesekê 3 şehîd hatin oxirkirin û nasnameya şehîdekê hate eşkerekirin
Li Hesekê 3 şehîd hatin oxirkirin û nasnameya şehîdekê hate eşkerekirin
Li Hesekê 3 şehîd hatin oxirkirin û nasnameya şehîdekê hate eşkerekirin
Li Hesekê 3 şehîd hatin oxirkirin û nasnameya şehîdekê hate eşkerekirin
9 adar, 2019   15:26

HESEKÊ

Girseya gel cenazeyên şehîdên ku di pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn ji ber avahiya Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar ve ketin rê. Navên şehîdan wiha ne: Îsa Hemîd bi nasnav Nîdal, Hisên Temir bi nasnav Egîd Hesekê û Ehmed Mihemed bi nasnav Şêrwan Hesekê. Her wiha di merasîmê de nasnameya şehîd Rengîn Zêdî bi nasnav Rengîn Rojava ya ku li çiyayê Cûdî şehîd bûbû hate eşkerekirin.

Li gorîstanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ji hêla şervanên QSD`ê ve destpê kir. Paşê gelek axaftin bi navê Meclisa Malbatên şehîdan a Kantona Hesekê Fatme Hesen û bi navê Desteya Karûbarên Şehîdan a Herêma Cizîrê hevseroka desteyê Welîde Botî hatin kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û fedakriyên şehîdan ji bo rûmet û azadiya gelên herêmê hatin bibîrxistin.

Her wiha di axaftinan de nêzîkbûna tunekirina DAIŞ`ê li gundê Baxozê hate pîrozkirin. Axaftivana tekez kirin ku bi saya hevgirtina gelên herêmê tevahiya komployên ku dixwazin tevliheviyê di nav gel de belav bibe têk çûn.

Axaftvanan bang li gelên herêmê kirin ku li dora Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kom bibin û wê xurt bikin. Ji ber ku rêveberî li ser bingeha neteweya demokratîk û biratiya gelan ji bo avakirina Sûriyeyek demokratîk û nenavendî, ava bûye û Sûriyê ji kabûsa parçebûnê dûr xistiye.

Axaftvana tekez kirin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê têkoşîna xwe li dijî tevahiya dagirkeran di serî de dagirkeriya Tirk bidomîn heya ku tevahiya herêmên dagirkirî di serî de Efrîn rizgar bikin.

Di nav axaftinan de tecrîda girankirî ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla dewleta Tirk ve hatiye ferzkirin hate şermezarkirin û piştgiriya parlamenter berxwedana Leyla Guven hate tekezkirin.

Paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeyên şehadeta her sê şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin. Ji aliyê xwe ve malbatên şehîdan soza şopandina rêya zarokên xwe heya pêkanîna armancên wan tekez kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên şehîdan di nav tilîliyên dayîkan de û berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedanê spasrtin axê.

(şx)

ANHA