Til Hemîs du şehîdên QSD`ê hemêz dike

Îro li  Goristana Şehîdan a Til Hemîsê cenazeyên du şervanên QSD`ê Xelîl Hemdî û Mihemed El-Mizel ên ku di 7`ê Adarê de di pêngava dawîn a li dijî DAIŞ`ê li Baxozê şehîd bûbûn, hatin oxirkirin.

Til Hemîs du şehîdên QSD`ê hemêz dike
Til Hemîs du şehîdên QSD`ê hemêz dike
Til Hemîs du şehîdên QSD`ê hemêz dike
Til Hemîs du şehîdên QSD`ê hemêz dike
Til Hemîs du şehîdên QSD`ê hemêz dike
Til Hemîs du şehîdên QSD`ê hemêz dike
Til Hemîs du şehîdên QSD`ê hemêz dike
9 adar, 2019   14:55

QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan û malbatên her du şehîd Xelîl Hemdî bi nasnav Fadil Hesekê û Mihemed El-Mizel bi nasnav Zagros Şemer ji ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo wergirtin. Piştre bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan a Til Hemîsê ve ketin rê.

Li goristanê bi sedan şêniyên Til Hemîsê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şervanên QSD`ê li benda cenazeyên şehîdan bûn. Paşê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ji hêla QSD`ê ve destpê kir.

Piştre fermendarî Têkiliyên Giştî ya QSD`ê Ronak Tirbespiyê, endamê Komîteya Karûbarên Şehîdan a Kantona Qamişlo Îdan El-Efrînî, kurê apê şehîd Setam El-Cerba axivîn. Axaftivanan soza şopandina rêya şehîdan ji bo xilasiya ji zulmê dan.

Her wiha serkeftinên ku li ser DAIŞ`ê hatine bidesxistin bi taybet li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li cîhanê bi giştî pîroz kirin.

Piştî bidawîbûna axaftinan, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê Ehmed El-Ebawî wesîqeya şehadeta şehîd Xelîl Hemdî û hevserokê Meclisa navçeya Til Hemîsê Salih Xelef wesîqeya şehadeta şehîd Mihemed El-Mizel xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên her du şehîdan spartin axê û şervanên QSD`ê gorên her du şehîdan bi gul û alên QSD`ê xemilandin.

(şx)

ANHA