Talet Yûnis û Nezîre Gewriye wek hevserokên Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê hatine erkdarkirin

Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê di civînekê de, Talet Yûnis cihê Ebdulkerîm Saroxan di hevserokatiya Meclisa Rêveber de li rex Nezîre Gewriye girt.

Talet Yûnis û Nezîre Gewriye wek hevserokên Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê hatine erkdarkirin
9 adar, 2019   17:47

NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê îro civîna xwe ya asayî li avahiya xwe li bajarê Amûde yê girêdayî Kantona Qamişlo li dar xist. Di civînê de hevserokê Meclisê Hekem Xilo, endamên dîwana meclisê Ebdulkerîm Seko û Ilham Mitlî û endamên Meclisa Zagonsaz amade bûn.

Di civînê de beşdaran geşedanên siyasî, leşkerî, qonaxa piştî bidawîbûna DAIŞ`ê û zehmetiyên pêşerojê yên herêmê gotbêjkirin.

Serokê meclisê Hekem Xilo bixêrhatina hevserokatiya Meclisa Rêveber Nezîre Gewriye û Ebdulkerîm Saroxan û cîgirê hevserokatiyê Hisên El-Ezam kir.

Di civînê de hevserokatiya Meclisa Rêveber Ebdulkerîm Saroxan û Nezîre Gewriye îstîfayên xwe pêşkêşî Meclisa Rêveber kirin, her duyan hêviya pêşketinê ji meclisê re xwestin.

Ji aliyê xwe ve meclisê bi erêkirina piraniya endaman, îstîfaya Ebdulkerîm Seroxan qebûl kir. Piştre Meclisa Zagonsaz Talet Yûnis li şûna Ebdulkerîm Saroxan pêşniyar kir. Piştî ku Talet Yûnis kurtejiyana xwe li ber Meclisa Zagonsaz vegot, hate erêkirin. Her wiha îstîfaya Nezîre Gewriye nehat qebûlkirin û wek hevseroka Meclisa Rêveber ma.

(şx)

ANHA