Li Reqayê sererastkirina projeya Şinîne 

Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Keramê ya rojhilat bi hevkariya Komîteya Çandiniyê û Avdanê ya Meclisa Sivîl a Reqayê projeya Şinîne 1 sererast dike.

Li Reqayê sererastkirina projeya Şinîne 
Li Reqayê sererastkirina projeya Şinîne 
Li Reqayê sererastkirina projeya Şinîne 
9 adar, 2019   14:38

REQA

Çeteyên DAIŞ`ê dema bajarê Reqayê dagir kiribûn bi zanabûn 6 alavên ku avdanê bi rêxistin dikin li ser qenaya jorîn a gundewarê rohjhilatê Reqayê wêran kirin.

Ji destpêka rizgarkirina herêmê ji hêla QSD`ê ve, Komîteyên Xizmetguzariyê bênavber ji bo sererastkirina binesaziya herêmê dixebitin. Li ser wê Komîteya Çandiniyê ya herêma Keramê bi koordîneya Komîteya Çandiniyê û Avdanê ya Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên sererastkirina projeya Şinîne 1 ya ku qadên berfireh ji herêma Keramê av dide, dimşîne.

Ev proje derbasbûna avê hêsan dike, bi hevsengî avê li zeviyan belav dike û derdora 16 hezar dinom zevî av dide.

Serokê Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Gel a rojhilat a Keramê Abdullah El-Rehîl destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ`ê bi zanabûn projeyên avdanê beriya ku ji herêmê werin qewirandin telef kirine. El-Rehîl diyar kir ku girîngiya vê projeyê ji ber ku rûbarên herî mezin ji zeviyên Keramê av dide, tê.

(şx)

ANHA