Zarokek kete bîra çandiniyê

Zarokê bi navê Ehmed Mihemed (4) di bîra çandiniyê ya li nava zeviyan wer bû. Heta niha Tîma Hawarê  hewl dide zarok derxe.

Zarokek kete bîra çandiniyê
9 adar, 2019   14:10

HESEKÊ

Serê vê sibehê, dema bapîrê wî ew bi xwe re biriye nava zeviyan li Serêkaniyê, zarokê bi navê Ehmed Abdulqadêr Mihemed (4) têwerî bîra çandiniyê ya bi kûrbûna 70 m bû.

Tîma Hawarê û şêniyên herêmê hewl didin zarok derxin. Heta niha hewldanên derxistina zarok didomin.

(fr)

ANHA