Li Tirbespiyê 11 ton ardê qaçax hate girtin

Zabîteya Komîteya Zimhêrê ya Şaredariya Tirbespiyê 11 ton ardê qaçax ê taybet ji firinan re, li depoyên gundewarên navçeyê desteser kir.

Li Tirbespiyê 11 ton ardê qaçax hate girtin
9 adar, 2019   14:05

QAMIŞLO

Zabîteya Komîteya Zimhêrê bi hevkariya Hêzên Asayîşê û Komîteya Firinan a Kantona Qamişlo dewriyeyên li nava sûk û rêyên sereke yên navçeyê berdewam dikin, ji bo ku nehêlin bazirgan madeyên zimhêrê wekî ard, nan û madeyên xwarinê nirxên wan bilind bikin.

Piştî çend rojan ji çavdêrkirinê, 11 ton ardê taybet ê firinan ku bazirganekî li Sûka Reş di depoyekê de digirt, hat girtin. Dê bazirgan ew ard bi bihayekî bilind bifrotiba.

Endamê rêveberiya Zabîteya Komîteya Zimhêrê Seed Yusiv diyar kir ku piştî demekê ji çavdêriyê û vedîtinê ardê qaçax hate girtin.

Ardê ku hate girtin, li ser firinên navçeyê hate belavkirin. Der barê bazirganê qaçax de lêgerînê dest pê kir. Piştî ku were girtin dê radestî Serdozgeriya Giştî bê kirin.

Li ser çawaniya bidestxistina bazirgan a ard, Seed got bazirganên ku ard di depoya wan de hatiye girtin, belgeyên erebeyê û weslên radestkirina ard ên derewker li hin aşên kantonê çêkirine.

Her wiha Komîteya Zimhêrê ya navçeya Tirbespiyê 5 ton ardê ji qaçaxçiyekî din jî girtibû.

(fr)

ANHA