Pêşangeha destkariyan li Amûdê hate vekirin

Bi armanca vejandina kelepora çandî, li navçeya Amûdê pêşangeheke destkariyan hate vekirin.

9 adar, 2019   13:54

QAMIŞLO

Îro li Navenda Horî ya Çand û Hunerê bi dirûşma “Jin rihê jiyanê ne” pêşangeheke karên destan bi boneya 8`ê Adarê hate vekirin. Karên destan ji aliyê Zehra Ebdilletîf endama rêveberiya Navenda Horî ya Çand û Hunerê û mamosteya karên destan ve hatin amadekirin.

Di pêşangehê de bi dehan şêniyên navçeya Amûdê, endamên Hevbendiya Jinên Rewşenbîr a Qamişlo, endamên saziyên civaka sivîl ên navçeyê amade bûn. Di pêşangehê de neqşên bi dest û neqşên ku li ser cam û sîramîkê hatine çêkirin, cilên ku bi tevnê destan hatine rêsandin ên folklorîk ên herêma Cizîrê hatin pêşandan.

Çalakiya vekirina pêşangehê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endama rêveberiya Kongreya Star a navçeya Amûdê Roza Welat roja 8`ê Adarê pîroz kir û wiha got: "Jin bi axa xwe ve girêdayî ne, em dibînin ku jin her carê tiştên nû dide."

Roza Welat da zanîn ku exlaq û xweşikbûn cewhera jinan e û wiha got: "Em dibînin ku jinan ji xwezayê dest pê kir, ji ber vê yekê her tiştê xwe bi xwezayê çêdike, parastina wê ji helandinê kir, heta niha jî parastina wê dike, ev yek di pêşangehê de derket pêş."

Zehra Ebdilletîf ku berhemên xwe pêşkêş kirin, destnîşan kir ku armanca vekirina pêşangehê da ku careke din mîrasa çandî bê vejandin û rihê jinan xurt dike û bendên li ser wan dişikîne.

Dê pêşangeh 2 rojan dewam bike.

(jo)

ANHA