Sibê konferansa yekemîn a jinên Tebqayê tê lidarxistin

Rêveberiya Jinan a herêma Tebqayê û gundên wê, ji bo lidarxistina konferansa yekemîn a jinên herêmê ku tê payîn sibê bê lidarxistin, amade ye.

Sibê konferansa yekemîn a jinên Tebqayê tê lidarxistin
Sibê konferansa yekemîn a jinên Tebqayê tê lidarxistin
9 adar, 2019   12:53

TEBQA

Dê sibe yekemîn konferansa jinên Tebqa û gundên wê bi dirûşma “Têkoşîna jinan ji bo azadiyê, têkoşîna azadiya mirovahiyê” bê lidarxistin. Wê bi sedan jinên herêmê û şandeyek ji herêmên Qamişlo, Kobanê, Hesekê, Girê Spî, Reqa û Dêrazorê beşdarî konferansê bibin.

Endama Rêveberiya Jinan a Tebqayê Nesra Ebakê destnîşan kir ku konferansa yekemîn a jinên herêmê ji destpêka rizgarkirina bajêr ve, pêngaveke mezin ber bi birêxistinkirina jinan ve ye û dewamkirina rêya wê ye, rêya têkoşîn û berxwedanê ye.

Nesra teqez kir ku di konferansa yekemîn a jinan de dê kar û xebata ku di aliyê birêxistinkirina jinan di saziyan û civakê de bê nirxandin. Her wiha dê pirsgirêk û zehmetiyên ku jin rastî hatine, peydakirina çareseriyan û planên nû bên nîqaşkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Rêveberiya Jinan a Tebqayê civîneke berfireh ji jinên herêmê re li dar xist, di civînê de biryar hate dayîn ku konferansa yekemîn a jinên herêma Tebqayê were lidarxistin.

(jo)

ANHA