Di teqîna li Minbicê de yek jê giran 6 sivîl birîndar bûn

Di encama teqîna li ser rêya başûrê rojhilatê Minbicê de 6 sivîl birîndar bûn, rewşa birîndarekî giran e.

Di teqîna li Minbicê de yek jê giran 6 sivîl birîndar bûn
9 adar, 2019   11:57

MINBIC

Îro dora saet 13.00’an li ser rêya navdewletî ya li sûka El-Meşiyê a Minbicê ya nêzî nuqteyeke derbasbûna erebeyan kesekî xwekuj bi erebeya ku tê de bû, xwe teqand.

Li gorî agahiyên nûçegihanên me ji herêmê ragihandin, di teqînê de sivîlên bi navê Hisên El-Hesen Ebûd, Mihened El-Hesen, Ebdellah Seîd, Ebdilrezaq, Ebdellah Xelef û Mihemed El-Casim birîndar bûne û ew rakirin nexweşxaneya bajarê Minbicê.

Li gorî ahagiyên xebatkarên tenduristiyê dane nûçegihanên me, rewşa yek ji birîndaran giran e.

(jo)

ANHA