Bersûm: Divê Rêveberiya Xweser beşdarî diyalogên çareseriyê bê kirin

Senherîb Bersûm serkeftina QSD‘ê li dijî DAIŞ‘ê bi serkeftina herî mezin bi nav kir û got: "Divê Koalîsyona Navdewletî piştgiriya siyasî bide Rêveberiya Xweseriya Demokratîk da ku di komîteya destûrî ya Sûriyê de were beşdarkirin."

Bersûm: Divê Rêveberiya Xweser beşdarî diyalogên çareseriyê bê kirin
9 adar, 2019   05:20

XALID CUMA  - EHMED SEMÎR / QAMIŞLO

Serkeftina li dijî DAIŞ‘ê ji aliyê QSD‘ê ve nêzîk bûye. Siyasetmedarên herêmê ev serkeftin bi serkeftineke dîrok bi nav kirin.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryan Senherîb Bersum, derbarê mijarê de got: "Serkeftina hêzên me li dijî çeteyên DAIŞ‘ê nêzîk bûye, ev serkeftin, serkeftineke dîrokî ye, ji ber DAIŞ‘ê li tevahî cîhanê xeter bû, lew re divê cîhanê van serkeftinan di ber çavan re derbas bik."

Senherîb Bersum diyar kir ku serkeftinên QSD‘ê dê di aliyê siyasî de bandore bike û ev tişt anî ziman: "Daxwaza me ya sereke ew e ku guherîneke demokratîk, rasteqîn li Sûriyê pêk were û hemû aliyên Sûriyê li ser çareseriyeke siyasî li hev bikin."

Bersum di nava axaftina xwe bal kişand ku heta niha Rêvberiya Xweseriya Demokratîk ji danûstandinên çareseriya aloziya Sûriyê tê dûrxistin û wiha dom da axaftina xwe: "Em texmîn dikin ku piştî bidawîbûna DAIŞ‘ê dê ji cîhanê re îsbat bibe ku projeya me projeyeke rasteqîn e. Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji aloziya Sûriyê re çareserî ye, em hewl didin bi rêya têkiliyên doplomasî ên bi cîhanê re bibin aliyek sereke ji danûstandinên Sûriyê."

‘Nabe nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji diyalogan bêne dûrxisitn‘

Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryan Senherîb Bersum diyar kir "Nabe nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji diyalogên çareserkirina aloziya Sûriyê werin dûrxistin. Divê nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokraîtk di danûstandinên ku bi rêya NY‘yê tên kirin werin beşdarkirin, ji ber ku xwedî projeyeke siyasî ji bo tevahî Sûriyê ye."

Bersum got:"Em keda Koalîsyona Navdewlelî ya li gel hêzên me li dijî DAIŞ‘ê ji bîr nakin. Lê em jê dixwazin ku têkiliyên xwe bi me re dewam bike û di çarçoveya desteka leşkerî de sînordar nemîne. Divê di aliyê siyasî de jî destekê bide da ku demokrasî li tevahî Sûriyê pêk were."

Senherîb Bersum di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: "Dûrxistina me ji prosesa siyasî dê pirsgirêk û aloziyên rasteqîn çêbike, rewşa niha ji bo piraniya xelkê Sûriyê ne cihê rihetiyê ye. Em ji Koalîsyona Navdewletî dixwazin ku giraniyê bide prosesa siyasî û bi rêya Neteweyên Yekbûyî hewldanan bike da ku me beşdarî mûzakeriyan û xebatên amadekirina destûra nû ya Sûriyê bike."

ANHA