ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09.03.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09.03.2019
9 adar, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ya ji bo rizgarkirina Baxozê dê were şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo cenazeyê şervanên QSD‘ê Xelîl Hisên El-Hemdî û Mihemed Etiya El-Mizel ên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, li goristana Şehîdan a navçeyê oxir dikin, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Efrîniyên li Şehbayê gotin: "DAIŞ li Dêrazorê di rojên xwe yên dawîn de ye, lê ev nayê wateya ku tine dibe, ji ber ku niha li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de bi navê cûda tevdigerin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Senherîb Bersûm serkeftina li dijî DAIŞ‘ê bi serkeftina herî mezin bi nav kir û got: "Divê Koalîsyona Navdewletî piştgiriya siyasî bide Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo ku di komîteya desturî ya Sûriyê de were beşdarkirin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê Iraqê yê berê Fûad Masûm got, têkoşîna li dijî îdeolojiya DAIŞ‘ê berpirsyariya hemû dewletên herêmî û cîhanê ye, ji ber teror dozeke cîhanî ye û her kesî fatoreya fikrê tarî da. (BI WÊNE).

- Enwer Muslim destnîşan kir ku nenavendîbûyîn daxwaza hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û rewşeke siyasî ye ku her kes wê qebûl dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Şandeya jin a ji herêma Bask a Spanyayê serdana navenda Kongreya Star a bajarê Hesekê ya li taxa Merşo dike. Saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şervanên jin di Meclisa Leşkerîy a Minbicê de destnîşan kirin ku têkoşîna wan a li hemberî nejadperestî û zulmê bingeha xwe ji Roja Jinên Cîhanê digire û soza parastina hemû jinan dan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÎNFOGRAFÎK

-Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûyerên girîng di vê hefteyê de rû dan  ji wan; ragihandina operasyona dawî ya li dijî DAIŞ‘ê li Baxozê, çalakiyên pîrozbahiya 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî dagirkeran li Efrînê û ragihandina qonaxa duyemîn a însyatîfa KNK‘ê ya ji bo avakirina yekîtiya Kurdî. (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

-Tevgera Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê  li navenda Xabûr û Desteya Çand û Hunerê li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hunermendê Kurd ê Mihemed Şêx di salvegera 30‘yemîn a wefata wî de bi bîr tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Çand û Hunerê ya herêma Efrînê li gorî mercên heyî xwe ji nû ve bi rêxistin kir û xebatên parastina çanda kantonê didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Şaredariyên Şehbayê li gundan şev û bi roj bi derfetên kêm dixebite da ku bedewbûna  vegerînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Saziya Kehrebe ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê ji bo serestkirina toreyên kehrebe ku di encama rewşa hawayî de ziyan dîtine kar dike. Her wiha beşê hawirdor û parka a Şaredariya Reqayê 7 hezar û 150 şitil anîne da ku li bajarê biçîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA