Buroya Komîteya Kedkaran li Til Birak hate vekirin

Komîteya Kedkaran a Herêma Cizîrê buroya xwe li navçeya Til Birakê ya girêdayî Kantona Qamişlo vekir.

Buroya Komîteya Kedkaran li Til Birak hate vekirin
Buroya Komîteya Kedkaran li Til Birak hate vekirin
Buroya Komîteya Kedkaran li Til Birak hate vekirin
7 adar, 2019   15:16

QAMIŞLO

Endama Rêveber a Komîteya Kedkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Raperîn Nûrheq, Hevseroka Komîteya Kedkaran a Herêma Cizîrê Şêrîn Reşk, hevseroka Komîteya Perwerdeyê ya Herêma Cizîrê Yûsif Gotê û Şemse Hemê û endama Buroya Jin a Komîteya Kedkaran Hemîde Ferman  û bi dehan şêniyên navçeyê di merasîmê vekirina buroyê de amade bûn.

Merasîmê vekirinê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê hevserokê Meclisa navçeya Til Birakê Mitleg El-Hesir û hevseroka Komîteya Kedkaran a Herêma Cizîrê Şêrîn Reşk axivî û spasiya hemû kesên ku hiştîn ev kar bi serkeve kirin. Her wiha vekirina buroyê pîroz kirin û bang li şêniyan kirin ku ji bo avakirina Sûriyeyek demokratîk li rex hev bisekinin.

Deriyê buroyê ji aliyê dayika şehîd Rênas ve hate vekirin.

(şx)

ANHA