Li herêmên Bakur û Rojhilatê pîrozbahiyên 8`ê Adarê

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîrozbahiya 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê didome.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê pîrozbahiyên 8`ê Adarê
Li herêmên Bakur û Rojhilatê pîrozbahiyên 8`ê Adarê
Li herêmên Bakur û Rojhilatê pîrozbahiyên 8`ê Adarê
Li herêmên Bakur û Rojhilatê pîrozbahiyên 8`ê Adarê
Li herêmên Bakur û Rojhilatê pîrozbahiyên 8`ê Adarê
Li herêmên Bakur û Rojhilatê pîrozbahiyên 8`ê Adarê
Li herêmên Bakur û Rojhilatê pîrozbahiyên 8`ê Adarê
Li herêmên Bakur û Rojhilatê pîrozbahiyên 8`ê Adarê
Li herêmên Bakur û Rojhilatê pîrozbahiyên 8`ê Adarê
Li herêmên Bakur û Rojhilatê pîrozbahiyên 8`ê Adarê
Li herêmên Bakur û Rojhilatê pîrozbahiyên 8`ê Adarê
Li herêmên Bakur û Rojhilatê pîrozbahiyên 8`ê Adarê
Li herêmên Bakur û Rojhilatê pîrozbahiyên 8`ê Adarê
Li herêmên Bakur û Rojhilatê pîrozbahiyên 8`ê Adarê
Li herêmên Bakur û Rojhilatê pîrozbahiyên 8`ê Adarê
Li herêmên Bakur û Rojhilatê pîrozbahiyên 8`ê Adarê
Li herêmên Bakur û Rojhilatê pîrozbahiyên 8`ê Adarê
7 adar, 2019   16:33

HESEKÊ

Bi dirûşmeya "Ji bo avakirina civakeke azad, piştgiriya jin dozeke girîng di jiyanê de ye" Buroya Jin a Partiya Pêşerojê ya Sûriya pêşengeheke wêneyan a şêwekar Hesen Hemdan û 9 şagirtên wî vekir. Di pêşengehê de, waneyên ku balê dikşîne ser rewşa jinên Kurd, Ereb û Suryan hatibûn daliqandin.

Di vekirina pêşengehê de, Rêveberiya Buroya Jin a Partiya Pêşerojê Sûad Xelo axivî û diyar kir ku jinan li Bakur û Rojhilata Sûriyê li dijî zulmê têkoşîneke mezin dane meşandin heta gihiştin vê astê.

Paşê, daxuyaniyek ji aliyê endama Paritya Pêşerojê ya Sûriyê ya bajarê Hesekê Necah El-Îsa ve hate xwendin.

Necah Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinan pîroz kir û têkoşerên jin ku di oxira azadî, edaletî û wekheviyê de canê xwe feda kirin de, bi bîr anîn.

Necah wiha pê de çû: "Jinên cîhanê hîna rastî desthilatdariyê tên. Di gelek civaka de hin bê maf hatin hiştin."

TEBQA

Buroya Jin a Partiya Pêşerojê ya Sûriya şaxê Tebqayê jî îro li navenda partiyê ya li taxa Sanî ya bajêr pêşengeheke karên destan ku endamên buroya jin a partiyê çêkirine vekir.

Di vekirina pêşangehê de, cîgira seroka Buroya Rêxistina Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê Lîna El-Xedban axivî, bal kişand ser şideta ku li ser jinan tê meşandin û got, divê jin ji bo azadiya xwe li hemberî hişmendiya desthiltdariyê têkoşînê bike.

Paşê, beşdardaran li hola pêşengehê geriyan.

ŞEHBA

Her wiha, Buroya Jin a Partiya Pêşerojê ya Sûriya ya herêma Efrînê pêşengeheke alavên kevin vekir û belgefîlmek li ser xwepêşandanên jin li dijî bê mafiyê pêşkêş kir.

Pênşengek li navenda Çand û Huner a navçeya Fafîn a kantona Şehbayê vekir.

Seroka Buroya Jin a Partiya Pêşerojê ya herêma Efrînê, Xada Gor Ehmed, endama Komîteya Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriya ya Efrînê Zekiya Hecê û endama Partiya Pêşerojê ya Sûriya ya şaxê Efrînê Zehîda Mamo axivîn.

Di axaftinan de Roja Jinan a Cîhanê li jinên cîhanê û girtiyên zindanan hate pîrozkirin û têkoşîna jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate silavkirin. Kesên axivîne diyar kirin ku serkeftinên hatin bidestxistin berhemên fikr û felsefeya Rêberê Neteweya Demokratîk Abdullah Ocalan e.

Di hola pêşengehê belgefîlmeke li ser xwepêşandanên jinan li dijî neheqiyê hate pêşandan.

Paşê Endama Buroya Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriya Îsraa Ibrahîm helbestek li ser berxwedana jinan xwendin û ji aliyê endamên buroyê ve şanoyeke li ser 8‘ê Adarê hate pêşkêşkirin. 

DÊRIK

Li bajarê Dêrikê jî şahiyek ji aliyê Buroya Jin a Şaredariya Gel ve hate lidarxistin û yadîgerî diyarî zarokên şehîdan hate kirin.

Di şahiyê de, hevjîna şehîdekî, Rewşen Reşîd axivî, Roja Jinan a Cîhanê di serî de li Leyla Guven, hemû jinên cîhanê pîroz kirin.

Rewşen bang li jinan kir ku xwedî li nirxên şehîdan derkevin.

Hevseroka şaredariya Gel a Dêrikê Rojîn Çeto axivî û ev roj li hemû jinên cîhanê, bi taybet jinên şervan ên li dijî çeteyan şer dikin, pîroz kir.

Piştî axaftinan, koma şehîd Zîlan dîlanên fililkorî gerandin. Di dawiyê de diyarî li malbatên şehîdan hatin belav kir.

HELEB

Endamên Kongreya Star a Helebê bi wesîleya 8‘ê Adarê çûn serdana Hêzên Parastina Civakî-Jin (HPC-Jin) Hêzên Asayîşê, Meclisa Malbatên Şehîdan û şervanên birîndar kirin.

Jinan ku cilên xwe yên Kurdî li xwe kiribûn baxên gulan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêşî wan kir.

Her wiha axaftin ji hêla endamên rêveber ve hatin kirin. Di axaftinan de 8`ê Adarê li tevahiya jinên şopdarên fikr û felsefeya Ocalan û şehîdan hate pîrozkirin û soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Têkildarî heman mijarê Yekîtiya Jinên Ciwan a Meclisa Sûriyeya Demokraîtk (MSD) ya buroya Helebê, daxyuyanî da.

Daxuyanî li ber avahiya Meclisa Taxa Şerqî bi amadebûna jinên Ciwan ên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Tevgera Ciwanên Şoreşeger û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji hêla endama Buroya Ciwan a MSD`ê Reşa Mihemed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin"

Jin, hem dayik, xwişk, têkoşer, şervan û hem jî şoreşger e. Nifşek bi exlaq, fedakar, leheng û tijî hêvî ava dike. Jinê ji berê ve ji rastî înkarkirin û bê mafî hatin hiştin, bi taybet ev yek di civaka ereban de pêşketîkir e. Bi demê re û pêşketina civakê jin hewl da bighêje asta ku dixwaze. Mînaka wê jî jinên Sûriyê ne mîna Barîn Kobanê, Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr û Henaa El-Saqir e yên ku destanên fedakariyê xêz kirine.

Jinên Sûriyê di warên siyasî û leşkerî de xwe isbat kirin û cihê xwe di her qadan de girtin. Tevî wê jî yekîneyên şerker ji jinên Sûriyê mîna YPJ û QSD`ê hatin avakir û heta vê kêliyê jî şer dikin."

Bi navê jinên ciwan di nava MSD`ê de em vê rojê li hemû jinan bi taybet jinên Sûriyê pîroz dikin, ji ber ku heya radeyekê gihaşt armancên xwe û nameya xwe gihand civakê."

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina jina azad bi dawî bû.

SERÊKANIYÊ

Bi heman mebestê, îro Gerînendeya Malî(Darayî) ya Meclisa herêma Serêkaniyê ya girêdayî Kantona Hesekê û Koordînasyona Jin a Serêkaniyê di şahiyekê de diyarî û gul pêşkêşî hevserên şehîdan, endamên jin ên meclislên her du navçeyên Serêkaniyê û Zergan kirin.

Di şahiyê de cîgira hevserokatiya herêma Serêkaniyê Emîre Henawî axivî, 8‘ê Adarê pîro kir û got, jin ji bo jiyaneke azad û bi rûmet tê dikoşe.

Paşê endamên jin ên Gerînendeya Malî gul pêşkêşî hevjînên şehîdan belav kirin. Koordînasyona Jin a herêma Serêkaniyê diyarî li endamên meclisên her du navçeyên Serêkaniyê û Zergan belav kirin.

Şahî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo, edamên Meclisa Jinên Sûriyê li çerxerêya Şehîd Rûbar a taxa Xerbî, taxa Qudûrbek û Kornêş baxên gulan û şêranî li şêniyan belav kirin. Her wiha çûn serdana Goristana Şehîdan û gul pêşkêşî dayikên şehîdan kirin.

DIRBÊSIYÊ

Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê serdana şervanên YPJ, Hêzên Asayîşê û Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê kirin û mûn li ser gorên şehîdan vêxistin.

(ekîp)

ANHA