Daxwaza hevdîtina parêzeran bi Ocalan re dîsa hate redkirin

Daxwaza hevdîtinê ya parêzeran a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re cara 769’an hate redkirin.

Daxwaza hevdîtina parêzeran bi Ocalan re dîsa hate redkirin
7 adar, 2019   15:02

NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Ocalan, Raziye Tûrgût, Serbay Koklu, Îbrahîm Bîlmez û Mazlûm Dînç ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin cara 769’an serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Ev daxwaz ji dîsa hate redkirin.

Daxwazên parêzeran ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve bi hincetên ‘koster xirabe ye’, ‘Rewşa Awart e’  û hincetên din tên redkirin.