welatiyên Dêrezorê şehîd Polat  oxir kirin

welatiyên Dêrazorê cenazeyê şevanê QSD`ê Mihemd El-Xetat ê di şerê tunekirina terorê de şehîd bû, li goristana şehîd Xidir El-Hemade ya li herêma Ebû Xeşeb spartin axê. 

welatiyên Dêrezorê şehîd Polat  oxir kirin
welatiyên Dêrezorê şehîd Polat  oxir kirin
welatiyên Dêrezorê şehîd Polat  oxir kirin
welatiyên Dêrezorê şehîd Polat  oxir kirin
7 adar, 2019   14:18

DÊREZOR

Bi sedan ji şêniyên bejahiya rojavayê Dêrazorê û endamên saziyên sivîl û leşkerî ji bo wergirtina cenazieyê Polat (Mihemed El-Xetat) yê di 4`ê meha Adarê de şehîd bûye berê xwe dane çerxerêya  El-Mukemen.

Piştî ku cenazeyê şehîd wergirtin, welatî bi  dehê erebeyan ber bi goristan şehîd Xidir El-Hemade  ya li Ebû Xeşeb ve bi rê ketin.

Li goristanê piştî deqayek rêzgirtin torena leşkerî ji aliyê şervanên QSD`ê ve hat lidarxistin. Paşê fermandarê QSD`ê Azad El-Ehmed axivî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û tekez kir ku ew ê şopa şehîdan bidomînin û tucarî berdêlên ku şehîdan dane jibîr nakin.

Paşê ji rêveberên meclisên herêmî Xalid El-Amo axivî bal kişand ser rola rêxistina di saziyên sivîl û leşkerî de, da ku dawî li fikir û hişmendiya çeteyan li herêmê bînin, El-Amo got ku divê her kes roleke pêşeng di vî alî de bilîze û civakeke demokratîk li ser bingeha azdî û jiyana hevbeş ava bikin.  

Piştî belgenameya şehîd hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Paşê rêhevalên şehîd Mihemed El-Xetat cenazeyê şehîdhilgirtin û bi sloganên silavkirina berxwedana QSD`ê û dilsoziya bi şehîdan re, spartin axê.

ANHA