Cenazeyê şehîd Mihemed Abdullah li Til Koçerê spartin axê

Bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê cenazeyê şehîd Mihemed Abdullah li Goristana Şehîdan a Til Koçerê spart axê.

Cenazeyê şehîd Mihemed Abdullah li Til Koçerê spartin axê
Cenazeyê şehîd Mihemed Abdullah li Til Koçerê spartin axê
Cenazeyê şehîd Mihemed Abdullah li Til Koçerê spartin axê
7 adar, 2019   14:10

QAMIŞLO

Bi sedan şênî û şervanan berê xwe da Goristana Şehîdan a li navçeya Til Koçerê da ku cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Abdullah ê ku 4’ê Adarê di Şerê Tunekirina Terorê de di hemleya Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, veşêrin.

Welatiyan karwanê şehîd ê ku ji Qamişlo hatiye, bi dirûşmeyan pêşwaz kir. Dûre merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê û toraneke leşkerî ji hêla şervanên Erka Xweparstinê ve dest pê kir. Piştre bi navê hêzên leşkerî ji fermandarên Yekîneyên Parastina Gel Şengal Til Koçer axivî.

Şengal Til Koçer sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêça şehîdan da.

Şengal Til Koçer bal kişand ser rola girîng a şehîdan di serkeftinên li hember çeteyên DAIŞ’’ê de û wiha domand: "Va ye Dewleta Xilafetê (DAIŞ) li çeperên xwe yên dawîn li gundê Baxozê têk diçe û nefesa xwe ya dawîn li hember derbeyên şervanên dide û xwe radestî QSD’ê dikin. Hêzên me serkeftinên bêhempa li dijî çeteyan bi dest dixin, ev hemû jî bi saya xwîna şehîdên me ne.”

Piştre bi navê Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê hevserokê Desteya Enerjiyê Abdulkerîm Melek axivî û wiha got: "Di merasîma şehîd Mihemed de, em tevayî şehîdên doza azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li hember pakrewaniya wan ditewînin. Em di serdemeke dîrokê de ne, bi saya xwîna şehîdên, terorîst û destên li pey wan û xewnên wan têk çûn.” 

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin û bi dirûşmeyan cenazeyê şehîd Mihemed Abdullah spartin axê.

(fr)

ANHA