KNK-Rojava derbasî qonaxa duyemîn bû

Komîteya KNK-Rojava ragihand ku ew derbasî qonaxa duyemîn bûn. Di qonaxa duyemîn de dê civînên berfireh bi hemû hevgirtin û partiyên siyasî yên Kurd re ku însiyatîfa yekemîn a KNK`ê erê kirine, bên lidarxistin.

KNK-Rojava derbasî qonaxa duyemîn bû
KNK-Rojava derbasî qonaxa duyemîn bû
7 adar, 2019   13:40

NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ya Rojava (KNK-Rojava) îro li navenda Têkiliyên Dîplomatîk a TEV-DEM`ê ya li bajarê Qamişlo civîna xwe ya heftane li dar xist. Civîn bi armanca nirxandina xebatên komîteyê yên hefteyekê, nirxandina însiyatîfa wê, dayîna plansaziyeke nû ji bo xebatan hate lidarxisin. Hemû endamên komîteya KNK–Rojava beşdarî civînê bûn.

Her wiha endamên desteya rêveber a KNK`ê Abdullkerîm Umer û Derya Remedan beşdarî civînê bûn. Civîn ji dezgehên çapemeniyê re girtî pêk hat.

Di dawiya civînê de komîteya KNK-Rojava ragihand ku ew derbasî qonaxa duyemîn a xebatê bûn. Di qonaxa duyemîn de dê civînên berfireh bi hemû hevgirtin û partiyên siyasî yên Kurd ên li Rojava re ku însiyatîfa komîteyê erê kirine, civînan li dar bixin.

Endama Desteya Rêveber a Komîteya KNK–Rojava Derya Remedan destnîşan kir ku piştî civînê hemû endamên komîteyê biryar da ku dest bi qonaxa duyemîn a xebatên xwe bikin. Her wiha destnîşan kir ku armanca wan ew e ku yekitiya kurdî ava bikin û amadekariyên civîneke berfireh dikin ku hemû hevgirtin û partiyên siyasî yên kurdî beşdar bibin. Derya diyar kir ku dibe ku civîn di meha Adarê de were lidarxistin.

Komîteya KNK–Rojava di Çileya 2018`an de dest bi însiyatîfa xwe kir. Armanca însiyatîfê avakirina yekitiya niştîmanî ya kurdî ye û li dijî metirsiyên li dijî gelê Kurd li Rojava bisekinin.

(bx/bm)

ANHA