Bi boneya 8`ê Adarê li Hesekê şitilgehek hat vekirin

Bi boneya Roja Jinan a Cîhanê, Komîteya Şaredariyan û Ekolojiyê ya Kantona Hesekê yekemîn şitilgeha bajar li taxa Nasra vekir. 

Bi boneya 8`ê Adarê li Hesekê şitilgehek hat vekirin
Bi boneya 8`ê Adarê li Hesekê şitilgehek hat vekirin
Bi boneya 8`ê Adarê li Hesekê şitilgehek hat vekirin
Bi boneya 8`ê Adarê li Hesekê şitilgehek hat vekirin
Bi boneya 8`ê Adarê li Hesekê şitilgehek hat vekirin
Bi boneya 8`ê Adarê li Hesekê şitilgehek hat vekirin
7 adar, 2019   13:45

HESEKÊ

Rêzeçalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin.

Di vê derbarê de Komîteya Şaredariyan û Ekolojiyê ya kantona Hesekê şitilgehek bi nave "Şitilgeha Ekolojî" li taxa Nasra ya Hesekê, bi beşdariya bi dehan nûnerên saziyên civaka sivîl û şêniyên taxa Nasrayê vekir.

Amadekariyên vekirina şitilgehêji beriya mehekê ve dihatin kirin, hejmareke mezin ji daran hatin amadekirin û yên zêde dê li şaredariyên kantona Hesekê bêne balavkirin.

Li şitilgehê pankartên bi nivîsên "Jin û dar ji daneyan in, dar jiyan e, em wê biparêzin, em Roja 8`ê Adarê roja berxwedan û têkoşînê li hemû jinan pîroz dikin" hatin daliqandin.

Destpêkê şitilgeh ji aliyê Cîhan Xelîl dayika şehîd Mihemed Xelîl ve ku li navçeya Til Birakê di şerê li dijî çeteyan de şehîd bûbû, hate vekirin.  Piştî rêzgirtinê hevseroka Komîteya Şaredariyan a Kantona Hesekê Dariya Ibrahîm axivî û vekirina şitilgehê pîroz kir, her wiha berxwedana perlamentera HDP`ê Leyla Guven silav kir.

Paşê endamê Komîteya Ekolojiyê ya Kantona Hesekê Mihemed Hisên axivî û got çanda ekolojiyê girîng e û divê li ekolojiyê miqate bin, ji ber ku ew cihê jiyanê ye û jin jiyan e. Mihemed got ku eger jin ne beşek ji şoreşê bin, dê ew şoreş ne şoreş be. Her wiha  Mihemed di dewama axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana Leyla Guven ku ji bo felsefeya Ocalan, biratiya gelan û jiyana hevbeş di greva birçîbûnê de ye.

Mihemed diyar kir ku herêm di hêla ekolojiyê de hatiye paşguhkirin, lewma ev şitilgeha ku berfirehiya wê 20 donim e, dê rewşa ekolojiyê baş bike.

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêmên ewle ne û jin roleke sereke di saziyên Xweseriya Demokratîk de dilîzin.

ANHA