Jinên Girê Spî û Minbicê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir

Bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi sedan jinên kantona Girê Spî meşek li dar xist. Li bajarê Minbicê jî jinan bi şahiyekê roja xwe pîroz kir.

7 adar, 2019   13:29

GIRÊ SPÎ

Kongreya Star bi rasthatina 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li kantona Girê Spî ya herêma Firatê meşek li dar xist. Bi sedan jin û şêniyên bajarê Girê Spî, navçe û bajarokên girêdayî wê tev li meşê bûn. 

Meşê ji Çerxerêya El-Qefes a li navenda bajarê Girê Spî heta Çerxerêya El-Elem a li aliyê bakurê bajêr dewam kir. Jinan wêneyên şehîdan, alên YPG û YPJ’ê û pankartên bi nivîsên "Azadiya serok azadiya jinan e, azadiya jinan metoda rêbertî ye û em jinên ciwan fedayî rêber Ocalan in" hatibûn nivîsandin, hildan. Her wiha sloganên mîna "Jin, jiyan, azadî” û “Bijî rêber Ocalan" hatin berzkirin.

Meş li Çerxerêya El-Elem veguherî mîtîngê û bi navê Kongreya Star, endama kongreyê Dîlan Hesen û bi navê Kongreya Star a herêma Firatê, endama rêveber Zehra Berkel axivîn û Roja Jinan a Cîhanê li tevahî jinan pîroz kir.

Di axaftinan de îşaret bi berxwedêriya jinên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kirin ku çawa ev xak ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine. Meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.

MINBIC

B boneya Roja Jinan a Cîhanê bi slogan "Bi berxwedana jinên azad jiyan geş dibe û teror tune dibe"  Meclisa Jinan li dibistana El-Xesaniyê ya li bajarê Minbicê şahiyek li dar xist.

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê û gundewarên wê, endamên sazî û komîteyên girêdayî rêveberiya sivîl, her wiha şandeyek ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî şahiyê bûn.

Endama Meclisa Jinan Tehanî Lezîz di şahiyê de axivî û destnîşan kir ku jin 8`ê Adarê bi rihê hezkirin, serbilindî û dilsoziyê pêşwazî dikin. Tehanî di dawiya axaftina xwe soza şopandina berxwedana jinan heta pêkanîna serkeftinê da, her wiha bang li hemû jinên cîhanê kir ku yekdest bin da ku parastina mafên xwe bikin.

Paşê bi navê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê cîgira serokê buroya Minbicê ya partiyê Fatima El-Şerq axivî û roja 8`ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û tekez kir ku têkoşîna jinan di her alî de dê bi saya vîna jinên azad bi ser bikeve.

Paşê bi navê Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê seroka Desteya Jinan a Xweseriya Demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Meha El-Alî axivî û tekez kir ku berxwedana jinan bandoreke mezin kiriye, jin di milekî de li dijî hişmendiya desthilatdar a di hundirê malbat û civakê de rawestiyane, li milekî din jî li dijî hişmendiya dîktatoriyê ya rejîm û olê tê koşiyan. 

Şahiyê bi pêşandanên hunerî dewam kir.

ANHA