Emîna Umer: Rêveberiya Xweser beşek ji çareseriyê ye

Hevseroka MSD`ê Emîna Umer destnîşan kir ku çareseriya siyasî ya Sûriyê bi têkçûna DAIŞ`ê ve girêdayî ye û îşaret pê kir ku Rêveberiya Xweser beşeke çareseriyê ye.

Emîna Umer: Rêveberiya Xweser beşek ji çareseriyê ye
7 adar, 2019   06:51

GIRÊ SPÎ

Têkildarî nêzîkbûna têkçûna DAIŞ`ê û bi vê yekê ve girêdayî çareseriya siyasî li Sûriyê,  ajansa me hevpeyvînek li gel hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîna Umer çêkir.

Emîna Umer di destpêka axaftina xwe de got tunekirina DAIŞ`ê di 3 qonaxên bingehîn re dê derbas bibe û wiha axivî. “Tunekirina DAIŞ’ê ji aliyê erdnîgarî û leşkerî ve niha pêk tê. Qonaxa din, tunekirina şaneyên DAIŞ`ê yên veşartî  li herêmê ye. Ev jî kedên navdewletî pêwîst dike, ji ber ku ji hebûna wê ya leşkerî xeternaktir e."

Emîna qonaxa sêyemîn a tunekirina DAIŞ’ê wiha nirxand: “Ji bo tunekirina fikir an jî hişmendiya DAIŞ`ê herêm bi hewcedariya saziyên sivîl, eleqedariya bi warên perwerde û fêrkirinê ye. Eger her sê qonax bi dawî bûn, dê qonaxa piştî DAIŞ`ê xuya bibe.”

Têkildarî bandora têkçûna DAIŞ`ê li ser çareseriya siyasî ya Sûriyê, Emîna diyar kir ku bidawîkirina DAIŞ`ê ji aliyê leşkerî ve bi prosesa siyasî û çareseriyê ve girêdayî ye.

Emîna wiha berdewam kir: "Dewletên têkildarî karûbarên Sûriyê destpêkirina prosesa siyasî bi tunekirina DAIŞ`ê ve girê didin. Lewre em nikarin bîbêjin ku niha dê qonaxa çareseriya siyasî dest pê bike, ji ber ku hîna DAIŞ bi temamî tune nebûye."

Emîna Umer bal kişand ser ku lidarketina gelek civînên girêdayî çareseriya Sûriyê mîna Astana û Soçiyê tu çareserî bi xwe re neanîne û wiha pê de çû: “Di navbera wan dewletan de nakokî hene. Her komekê nêrîn û xetek ji xwe re diyar kiriye. Girêdayî prosesa siyasî hîna lihevkirineke navdewletî tune ye. Her wiha li ser avakirina komîteya destûrê hîna li hev nekirine. "

Hevseroka MSD`ê Emîna Umer diyar kir ku MSD û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, beşek ji çareseriya aloziya Sûriyê ne, divê di prosesa siyasî de heman tişt be.

Di dawiyê de Emîna Umer wiha got: "Divê em di tevahiya pêvajoyên prosesa siyasî de hebin. Bi taybet divê nûnerên me di komîteya destûrê de ku dê îsal li dar bikeve, cihê xwe bigirin.”

(şx/bm)

ANHA