Henaa El-Seqir… navê ku li her derê zindî ye û bûye sembola jinên azad

Qebûl nekir xwe radest bike, bû jineke azad û stêrkek ji stêrkên azadiyê… Henaa El-Seqir li dijî çeteyan bi demançeya xwe li ber xwe da û bi kurê xwe re şehîd ket.

Henaa El-Seqir… navê ku li her derê zindî ye û bûye sembola jinên azad
7 adar, 2019   06:45

RÛBA EL-ELÎ / DÊRAZOR

Dibe ku ev nav ne xerîb be, navê ku bû sembol û hemû jin ji xwe re dikin mînak û di hemû çalakiyan de navê wê bilind dibe; Henaa El-Seqir ku navê xwe bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê de nivîsand.

Henaa El-Seqir ji şêniyên bajarê Dêrazorê ye û di sala 1971`an de hatiye dine. Henaa El-Seqir li gundê El-Delîm çavê xwe li dinê vekir, di encama rewşên zehmet de Henaa tevî malbata xwe koçî Cezra El-Boşemis kir. Dibistana seretayî xilas kir û di temenê 21 saliyê de dizewice û 13 zarokan tine; 9 lawik û 4 keç. Ji ber rewşa aborî ya zehmet Henaa dikanekê vedike û alîkariya hevjînê xwe dike, hevjînê wê jî çandinî dikir.

Malbata Henaa El-Seqir mîna bi hezaran malbatên din rastî hovîtiya çeteyan hat, bi destpêkirina hemleya rizgarkirina herêmên wan re, hêviyên wan mezintir bûn ku careke din vegerin jiyana normal a ku DAIŞ`ê qedexe kiribû.

Piştî rizgarkirina herêmên wan, kurê Henaa yê mezin alîkariya QSD`ê kir, sivîl vediguhestin cihên ewle û mayin vedikirin. Di roja 20`ê Gulana 2017`an de çeteyan bahozeke tozê kir firsend û êrîşî Cezra El-Boşemis a rizgarkirî kir.

Di êrîşên çeteyan ên li ser gund de, çeteyan êrîşî mala Henaa jî kir û Henaa bersiva wan da. Keça Henaa Wefaa Celal bûyerê wiha vedibêje: "Çeteyan êrîşî mala me kir, diya min derket pêşiya wan, çeteyan ji diya min pirsî, gotin kanê “beraz”, wan behsa şervanên QSD`ê dikir. Diya min ji wan re got hûn beraz in, ji vir biçin."

Wefaa wiha dewam kir: "Diya min demançeyek ku di êlega xwe de veşartibû, li 3 çeteyan da û ew kuştin. Paşê çeteyan gule li dê û birayê min reşandin û ew şehîd xistin."

Wefaa Celal dibêje ew bi diya xwe serbilind e û wiha pê de çû: "Diya min bû sembola jinên azad û navê wê li her derê tê gotin."

Wefaa soza şopandina rêya dayik û birayê xwe da.

Her wiha keça Henaa ya bi navê Hela Celal jî wiha got: "Şehadeta dê û birayê min hêz da min ku ez meşa di rêya wan de dewam bikim û rêya şehîdan bişopînim."

(jo)

ANHA