‘Ez ê cara yekem 8’ê Adarê pîroz bikim’

Jina bi navê Melka Awad El-Xerîb ku li gundê Jinwarê dijî, anî ziman ku dê cara yekem 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gundê Jinwar pîroz bike û wiha got: “Ez ê têkçûna DIAŞ’ê û 8’ê Adarê bi hev re pîroz bikim.”

‘Ez ê cara yekem 8’ê Adarê pîroz bikim’
7 adar, 2019   06:59

MÛRADA KENDA – OLVA HEC MENSUR / HESEKÊ

8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê di dîroka têkoşîna azadiya jinan de cihekî watedar girtiye. Roja 8’ê Adarê roja berxwedana jinan a li dijî hişmendiya baviksalar û desthilatdariyê ye.

Jinên li gundê Jinwar jî amadekariya 8’ê Adarê dikin. Yek ji şêniyên gund Melka Awad El-Xerîb bi kelecaneke mezin li hêviya hatina 8’ê Adarê ye. Sedema kelecana Melkayê ew e ku dê cara yekem 8’ê Adarê pîroz bike. Beriya her tiştî em wateya vê rojê jê pirs dikin û dibejê ev roj, roja têkçûna DAIŞ’ê û têkoşîne ye.

Gundê Jinwar warê parvekirin û guhertinê ye

Melka Awad El-Xerîb ji pêkhateya Ereb e û ji bajarê Dêrazorê ye. Melka 25 salî ye û dayika 3 zarokan e. Hevjînê wê beriya 2 salan ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li Dêrazorê  tê şehîdkirin. Piştî şehadeta hevjînê xwe Melka serlêdana gundê Jinwar dike û ev 2 sal e li wir dijî. Melka gundê Jinwar bi gotinên parvekirin û guhertinê pênase dike. Tekildarî jiyana Jinwarê van tiştan dibêje: “Ez bi vîna xwe li vir im. Min vîna xwe li vir nas kir. Her tişt bi hev re tê kirin. Fêmkirin û zanebûna min li vir tê hûnandin. Li herêmê me jinan dîroka xwe nas nekir û jin bindest in. Bi şoreşa Rojava re gelek tişt guharîn. Yek ji mînaka guhartinan jî ew e ku warê jinan hatiye avakirin.”

‘Jin li gorî çeteyên DAIŞ’ê kole ne’

Melka di dema dagirkeriya DAIŞ’ê de 2 salan li Dêrazorê dimîne. Melka wiha qala bûyerên ku şahidiya wan kiriye, dike: “Çeteyên DAIŞ’ê azadî û vîna jinan dikir hedef. Jin ji bo çeteyên DAIŞ’ê kole bûn. Li ber çavê me jin ser jê dikirin. Çeteyan nedihişt em tu karî bikin û digotin rûyê xwe bigirin. Ji ber ku min rûyê xwe negirt, nasnameya min desteser kirin. Êşkence gihabû wê astê, heta ku jinên neynokên xwe oje dikirin, neynokên wan bi pensê dikişanidin û tiliyên wan jêdikirin. Kesên ku ne dixwest tev li wan bibin, dihatin kuştin.” 

 ‘Ez ê têkçûna DIAŞ’ê û 8’ê Adarê bi hev re pîroz bikim’

Melka destnîşan kir ku ew li warê xwe anku Jinwarê pir keyfxweş e û wiha dibêje: “Min wateya 8’ê Adarê nedizanî. Ji ber ku li herêmên me hişmendiyeke hişk hebû. Lê bi şoreşê re ev hişmendî jî têk diçe. Min li gundê Jinwarê wateya 8’ê Adarê Roja Têkoşîna Jinan a Cîhanî min nas kir. Ez ê di jiyana xwe de cara yekem 8’ê Adarê pêşwazî bikim. Ez ê govendê bigirim. Ez ê têkçûna DAIŞ’ê û 8’ê Adarê bi hev re pîroz bikim. QSD’ê tola hevjînê min û hemû şehîdan hilda. Bi vê yekê re ji bo min keyfxweşiya 8’ê Adarê watedartir dibe.”

ANHA