Li Xezayê 4 Filistînî birîndar bûn

Hêzên Îsraîlê êrîşî çalakiyên welatiyên Filistînê kirin, di encamê de 4 Filistînî birîndar bûn. Li aliyekî din jî Îsraîl ragihand, du topên hawnê li herêma Xelaf a Xezayê ketin.

Li Xezayê 4 Filistînî birîndar bûn
6 adar, 2019   21:32

XEZA

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê diyar kir ku 4 Filistînî ku beşdarî çalakiyên li ser sînorê Xezayê bibûn bi fîşekên artêşa Îsraîlê birîndar bûn.

Li aliyekî din, artêşa Îsraîlê ragihand, du topên hawanê ku jêdera wan Xezayê ye, li herêma Xelaf a Xazayê li nêzî deverên Îsraîlê ketin, bêyî ku zerar çêbibin.

Nûçegihanê me ji Xezayê diyar kir ku rewşa meydanî ya di navbera Xeza û Îsraîlê de her ku diçe aloztir dibe. Çalakgerên Filistînê bombe û nepoxên şewatê ber bi deverên Îsraîlê ve davêjin, di heman demê de îsraîlê bi tindî bersiva çalakeran dide û deverên komên çekdar ên Filistînê topbaran dikin.

ANHA